Medyaya Tirkiyê: Armanca Komîsyona "Aştiyê" ne çareseriya pirsa Kurd e

Navenda Nûçeyan (K24) – Rojnameyeke nêzîkî hikûmeta Tirkiyeyê radigihîne, komîsyona ku tê payîn li parlamenê ji bo "Proseya Nû ya Aştiyê" were avakirin, dê destûra bingehîn neguherîne û armanca wê ya sereke tenê amadekirina çarçoveyeke yasayî ye ji bo çekdanîn û hilweşandina PKKê.

Yek ji gavên herî girîng ên "Proseya Nû ya Aştiyê", avakirina komîsyoneke parlamenê ye ku reformên yasayî pêk bîne û pêvajoyê bi pêş ve bibe. Her çend ev gav wekî hêviyekê ji bo çareserkirina beşek ji pirsgirêkên Kurdan li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê tê dîtin jî, rojnameya "Hurriyet" a nêzîkî desthilatê, armancên vê komîsyonê bi awayekî din eşkere kir.

Li gorî rojnameyê, erkê serekî yê komîsyonê ne sererastkirina destûrê ye, bi taybetî jî çar madeyên yekem ên destûrê ku beşek ji daxwazên Kurdan pêk tînin. Rojnameyê tekez kir, komîsyon dê tenê ji bo amadekirina zemîneke yasayî ya çekdanîna PKKê bixebite.

Reformên yasayî, lê bê lêborîna giştî

Rojnameya "Hurriyet" derbarê naverok û karên komîsyonê de hin hûrgilî belav kirin:

Karê Komîsyonê: Tê payîn ku komîsyon di betlaneya havînê de dest bi kar bike û heta meha Cotmehê ku parlamentoyê ji nû ve vedibe, dê amadekariyên xwe bidomîne. Reformên yasayî dê ji meha Cotmehê û pê ve dest pê bikin.

Guhertinên Yasayî: Li gorî rojnameyê, tê çaverêkirin ku di Yasaya Têkoşîna li Dijî Terorê û Yasaya Cezayê de hin guhertin werin kirin. Zêdeyî 5 hezar endamên PKKê di girtîgehan de ne û her guhertineke yasayî dê bandorê li wan bike.

Rewşa Girtiyan: Hat ragihandin ku beşek ji girtiyan dema cezayê xwe temam kirine, lê ji ber endametiya PKKê berdana wan hatiye paşxistin. Bi reformên yasayî re, tê payîn ku yên cezayê xwe qedandine bên berdan, lê hat tekezkirin ku ti lêborîneke giştî di proseyê de cih nagire.

Destûr Nayê Guhertin: Heman çavkanî ew dengoyên ku dibêjin komîsyon dê destûrê biguherîne red kirin û anî ziman ku ti guhertin di çar madeyên yekem ên destûrê û madeya 66an a derbarê pênaseya "Tirkbûnê" de çênabin.

Ev nîqaş di demekê de tên ku roja Înê ya borî, 11ê Tîrmeha 2025an, komeke ji 30 endamên PKKê li Şikefta Caseneyê ya li devera Sûrdaş a parêzgeha Silêmaniyê di merasîmekê de çekên xwe danîbûn. Wan daxwaz kiribû ku bi rêya yasayê zemîn ji wan re were amadekirin, da ku karibin ji têkoşîna çekdarî derbasî têkoşîna yasayî bibin.

Tê çaverêkirin ku di rojên pêş de, komîsyoneke parlamentoyê bi nûnertiya piraniya partiyan ji bo vê mebestê were avakirin.

 
Fly Erbil Advertisment