Serokê MITê aliyên siyasî li ser dawî pêşhatên pêvajoya aştiyê haydar dike

Ibrahîm Kalın
Ibrahîm Kalın

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê MITê serdana aliyên siyasî yên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dike û wan li ser dawî pêşhatên pêvajoya aştiyê haydar dike û zanyaran dide wan.

Li gorî nûçeyên medyaya Tirkiyeyê, Serokê Dezgeha Hewalgiriyê ya Tirkiyeyê (MIT) Ibrahîm Kalın îro (Duşem, 21ê Tîrmeha 2025ê) di çarçoveya danûstandinên pêvajoya aştiyê ya nû ya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê de serdana partiyên siyasî dike.

Her li gorî wê çavkaniyê, Kalın bi serok û cîgirên serokên fraksiyonên Partiya Dad û Pêşxistinê ya Tirkiyeyê (AK Partî), Partiya Komarî ya Gel (CHP), Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Partî), Partiya Tevgera Neteweyî ya Tirkiyeyê (MHP), I Partî û Yeniyolê re dicive.

Ibrahîm Kalın seet 15:30ê li Parlamentoya Tirkiyeyê serdana Dem Partiyê dike û bi hevserokên wê Tulay Hatimogullari û Tuncer Bakirhan û cîgirên serokê fraksiyona Dem Partiyê Gülistan Kılıç Koçığit û Sazai Temelli re dicive û danûstandinan li ser pêvajoya aştiyê ya nû dikin.

Herwesa berî civîna bi berpirsyarên Dem Partiyê re, Kalın seet 14:00ê li parlementoyê serdana Partiya Dad û Pêşxistinê ya Tirkiyeyê (AK Partî) jî dike.

Ji aliyekî din ve jî, her îro Serokê Parlementoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş seet 14:00ê her di nav parlamentoyê de bi serokê MHPê Devlet Bahçeli re dicive. Herwesa biryar e ku ew vê hefteyê bi Serokê CHPê Ozgür Özel re jî bicive.

Ev di demekê de ye ku tê çaverêkirin ku, komisyona parlementoyê ya pêvajoya nû ya aştiyê vê hefteyê bê avakirin, ku Biryar hatiye dan ku 45 nûnerên aliyên siyasî yên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di nav de bin.