Sayloya Hewlêrê: Zêdetirî 121 hezar ton genim hate wergirtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberê Sayloya Hewlêrê radigihîne, îsal berhema genim gelek baş bûye û li Sayloya wan zêdetirî 121 hezar ton genim ji cotkaran hatiye wergirtin. Herwiha da zanîn ku dê di demek nêz de dest bi dayîna pereyê cotkaran were kirin.

Rêveberê Sayloya Hewlêrê Mîran Bextiyar îro 21ê Tîrmeha 2025an, ji malpera K24ê re ragihand: “Ji 19ê vê mehê ve, li gor biryara Wezareta Bazirganiyê ya Iraqê, deriyên Sayloyan hatin girtin. Li Sayloya Hewlêrê miqdara genimê ku ji bo îsal hate wergirtin, zêdetirî 121 hezar ton bû. Ev yek cihê kêfxweşiya me bû, ji ber ku me pêşbînî dikir 122 hezar ton were wergirtin.”

Mîran Bextiyar herwiha got: “Birê genimê ku ji cotkarên sînorê Dîbege û Giwêrê hatiye wergirtin 26 hezar ton bû û kalîteya genimê îsal bi giştî gelek baş bû.”

Derbarê mafên darayî yên cotkaran û çarenûsa genimê mayî de, Rêveberê Sayloya Hewlêrê destnîşan kir ku niha proseya şandina pereyê cotkaran dest pê dike. Herwiha got, pêwîst e ew genimê ku li qadan maye û birê wê zêdetirî 45 hezar ton e, bi lez ji bo aşan were şandin.

Îsal li gor plana ku Hikûmeta Iraqê ji bo Herêma Kurdistanê diyar kiribû, bi giştî 400 hezar ton genimê cotkarên Herêmê hate wergirtin.