Çarçoveya Hevahengiyê êrîşên li ser kargehên petrolê yên Kurdistanê şermezar dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serkirdeyên Çarçoveya Hevahengiyê civiyan û êrîşên bi dronan ên ser kargehên neftê yên Herêma Kurdistanê şermezar kirin. Di daxuyaniya xwe de ragihandin, ev êrîş gefeke rasterast in li ser samanê niştimanî û berjewendiyên giştî.
Serkirdeyên Hevpeymaniya Çarçoveya Hevahengiyê îro 21ê Tîrmehê li mala Hadî Amirî û bi amadebûna Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî civiyan û gotûbêj li ser pêşhatên dawî yên siyasî, aborî û ewlehiyê yên Iraqê kirin.
Li gorî daxuyaniya nivîsgeha ragihandinê ya Çarçoveya Hevahengiyê, serkirdeyên Çarçoveyê êrîşên li ser Herêma Kurdistanê şermezar kirine û ragihandine ku “ev êrîş gefeke rasterast in li ser samanê niştimanî, berjewendiyên giştî, têkbirina jîngeha veberhênanê û têkdana seqamgiriyê ne.”
Herwiha serkirdeyên Çarçoveya Hevahengiyê daxwaz ji hikûmeta Iraqê kirin ku helwesteke cidî werbigire, kes û aliyên li pişt van êrîşên dijminane eşkere bike û rê li ber dubarebûna wan bigire.