Rapora Bûyerên Bereva Sûriyeyê: Zêdetir ji 1400 kesî hatine kuştin
Navenda Nûçeyan (K24) – Komîteya Lêkolînê ya Bûyerên Bereva Sûriyeyê di konferanseke rojnamevanî de encamên lêkolînên xwe yên dawî eşkere kirin. Li gorî komîteyê, di meha Adarê de ji ber tundûtûjiyan 1,426 kes hatine kuştin û berpirsên sereke yên van tawanan "bermayiyên rejîma Esed" û komên din ên çekdar in ku hewl dane herêmê têk bidin.
Berdevkê Komîteyê Yasir Ferhan îro 22ê Tîrmeha 2025an ragihand, komîteyê di çarçoveya karê xwe de ku çar meh dom kir, serdana 33 cihên tawanan kiriye, 938 îfadeyên şahidan wergirtine û li gel 23 berpirsên pêwendîdar civiyane.
Ferhan diyar kir, di 6ê Adara îsal de, "bermayiyên rejîma Esed" bi çekên giran û navîn êrîşî hêzên hikûmeta Sûriyeyê kirine û li Hema, Tertûs û Laziqiyê 238 serbaz û efserên hikûmetê kuştine. Armanca wan ew bû ku herêmên kenaravê kontrol bikin û "dewletokekê" ava bikin.
Encamên Sereke yên Raporê
Li gorî komîteyê, ev xalên herî girîng ên lêkolînê ne:
- 1426 kes hatine kuştin, ku piraniya wan sivîl in.
- 238endamên artêş û hêzên ewlehiyê ji aliyê bermayiyên rejîmê ve hatine kuştin.
- Navên 265 gumanbarên ku destê wan di tawanê de heye hatine bidestxistin.
- Desthebûna 298 kesan di binpêkirinan de hatiye belgekirin.
- Çarenivîsa 20 kesên winda ne diyar e, ku di nav wan de sivîl û endamên hêzên hikûmetê hene.
Şêwe û sedemên Tundûtûjiyê
Yasir Ferhan da zanîn, êrîşkarên ser bi bermayiyên rejîmê ve, bi awayekî plankirî bajar dorpêç kirine, dest avêtine ser malên sivîlan û di 7ê Adarê de gelek xanî şewitandine.
Raport destnîşan dike, her çend binpêkirin berfireh bûn jî, lê ne organîzekirî bûn. Hinek ji berpirsan komên talan û diziyê ava kirine, û hinekên din jî xwe wek efserên artêşê û hêzên ewlehiyê dane nasîn da ku berjewendiyên şexsî bi dest bixin. Li gorî komîteyê, sedemên tayifî yên li pişt bûyeran "tolhildanî" bûne, ne "îdeolojîk".
Herwiha hate ragihandin ku kontrola dewletê di dema bûyeran de li herêmê lawaz bûye, lê dewletê hewlên cidî dane ji bo rawestandina binpêkirinan û hejmarek ji berpirsan hatine girtin.
Komîteyê di dawiyê de pêşniyar kir ku kesên ji dadweriyê reviyane werin darizandin û pêngavên ji bo "Dadweriya Qonaxa Veguhastinê" werin avêtin.