Wezîrê Berevaniyê yê Sûriyeyê: Kesên binpêkirin li Siweydayê kirine dê bên cezakirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Berevaniyê ya Sûriyeyê ragihand, derbarê "binpêkariyên giran û şokdar" de ku li bajarê Siweydayê ji aliyê komeke nenas bi kincên leşkerî ve hatine kirin, lêpirsîn daye destpêkirin. 

Wezîrê Berevaniyê Lîwa Murehf Ebû Qesra tekez kir, ew ê li hember ti binpêkerekê çavên xwe negirin, "her çend ew kes ser bi Wezareta Berevaniyê bi xwe be jî."

Li gor daxuyaniya ku roja Sêşemê hatiye belavkirin, ji bo şopandina binpêkariyan û lêkolînkirina nasname û paşxaneya kesên ku ev kiryar pêk anîne, komîteyek taybet hatiye avakirin. Wezaretê destnîşan kir ku lêpirsîn dê hemû kesên ku navê wan di raporên "şokdar û tirsnak" de derbas dibe, li xwe bigire û encam dê piştî bidawîbûna karê komîteyê ji raya giştî re bên eşkerekirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Piştî eşkerekirina nasnameya wan, dê cezayên herî giran li binpêkerên li bajarê Siweydayê bên birîn." Her wiha hate tekezkirin ku Wezîrê Berevaniyê bi xwe dê rasterast çavdêriya lêpirsîna komîteyê bike.

Ev daxuyanî di demekê de tê ku ji 13ê Tîrmehê ve, li herêmê di navbera hêzên girêdayî artêşa Sûriyeyê û eşîrên Bedo ji aliyekî ve, û komên çekdar ên Durzî yên herêmî ji aliyê din ve, pevçûnên giran rû didin. Li gorî daneyên Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan (SOHR), di encama van şer û pevçûnan de heta niha zêdeyî 1260 kes hatine kuştin.

Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera jî roja 17ê Tîrmehê tekez kiribû, dewlet dê li hember kesên ku zirar gihandine xelkê Siweydayê bêdeng nemîne û gotibû: "Her kesê ku ji hedê xwe derbas bûye dê were cezakirin. Xizmên me yên Durzî di bin parastina dewlet û qanûnê de ne."

 
Fly Erbil Advertisment