Bi fermana Mesrûr Barzanî hêsankariya xwendinê ji bo rizgarbûyên destê DAIŞê tê kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li ser fermana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, hejmarek hêsankarî di warê xwendinê de ji bo rizgarbûyên destê rêxistina terorîst a DAIŞê, bi taybetî ji bo rizgarbûyên Êzidî, tên pêşkêşkirin.
Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê li ser fermana Serokwezîr, bi nivîseke fermî daxwaz ji Wezareta Xwendina Bilind û Lêkolîna Zanistî kiriye ku van hêsankariyan cîbicî bike.
Nivîsa fermî îro 23ê Tîrmeha 2025an, ji Wezareta Xwendina Bilind re hatiye şandin û îmzeya Serokê Dîwana Encumena Wezîran Dr. Umêd Sebah li ser e.