Tê pêşbînîkirin îsal li parêzgeha Sineyê zêdetirî milyonek ton genim were berhemanîn

Navenda Nûçeyan (K24) – Serperiştê Kompanyaya Dexl û Xizmetguzariyên Bazirganî ya Parêzgeha Sineyê Mûsa Artin ragihand, cotkarên parêzgehê îsal 476 hezar ton genimê zêdeyî pêdiviya xwe radestî navendên kirînê kirine.

Mûsa Artin îro 24ê Tîrmeha 2025an, di daxuyaniyekê de ji bo Ajansa “IRNA” diyar kir, nirxê genimê ku heta niha hatiye kirîn digihîje 97 hezar milyar Tumen û got: "Ji tevahiya genimê ku hatiye kirîn, heta niha 452 hezar û 570 ton di sîstema navendên kirîna genim de hatiye tomarkirin."

Artin herwiha behsa rêjeya genimê kirî li gorî navçeyên parêzgehê kir û ev hejmar parve kirin:

Bîcar: 128 hezar û 632 ton

Seqiz: 91 hezar û 772 ton

Qurwe: 89 hezar û 598 ton

Dêgulan: 69 hezar û 26 ton

Kamyaran: 42 hezar û 622 ton

Dîwandere: 37 hezar û 71 ton

Sine: 9 hezar û 683 ton

Bane: 3 hezar û 754 ton

Merîwan: 3 hezar û 102 ton

Sewlawa: 754 ton

Derbarê şandina genim bo parêzgehên din, Mûsa Artهn got: "Heta niha 140 hezar ton genimê ku ji pêdiviya parêzgehê zêdetir e, ji bo parêzgehên din ên welêt ên wekî Tehran, Tewrêz, Elburz, Qum, Îsfehan, Geylan, Mazenderan, Yezd û Çarmehal û Bextiyarî hatiye şandin."

Tê payîn ku îsal li parêzgeha Sineyê zêdetirî yek milyon ton genim bê berhemanîn û ji vê rêjeyê jî nêzîkî 880 hezar ton radestî navendên kirînê yên dewletê bê kirin.

 
 
Fly Erbil Advertisment