Şandeya Îmraliyê: Ocalan vîna ji bo çekdanînê "pir hêja" nirxandiye

Navenda Nûçeyan (K24) – Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê ragihand, wan roja 25ê Tîrmehê li Girtîgeha Îmraliyê hevdîtinek bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re pêk aniye. Li gorî daxuyaniya şandeyê, Ocalan merasîma çekdanînê weke gaveke "pir hêja" nirxandiye û peyamên girîng dane.

Di daxuyaniya nivîskî ya şandeyê de, ku îro 26ê Tîrmeha 2025an hat weşandin, hat diyarkirin ku hevdîtina bi Ocalan re sê saet û nîvan dewam kiriye. 

Di hevdîtinê de, şandeyê derbarê hevdîtinên xwe yên bi Serokkomar, Wezîrê Dadê û serokên partiyên siyasî yên din re agahî dane Ocalan.

Mijara sereke ya hevdîtinê, nirxandina merasîma şewitandina çekan a di 11ê Tîrmehê de bû. Li gorî daxuyaniyê, Ocalan "awayê merasîmê, vîna hatiye nîşandan, bîr, bawerî û biryardariya hatiye nîşandan, pir hêja" dîtiye.

Ocalan herwiha hêviya xwe anî ziman ku komîsyona derbarê çareseriyê de ya ku dê li meclisê were avakirin, xebateke berfireh bimeşîne û "bi rêbazeke berfirehker tevkariyeke girîng li aştî û demokrasiyê bike."

Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin ku Abdullah Ocalan silavên xwe ji gel û hemû derdorên civakî re şandiye.

 
Fly Erbil Advertisment