Cotkarên Akrê: Berhema îsal a hejîran baş e û daxwazeke mezin li ser heye
Akrê (K24) – Li devera Akrê, ku bi çandina hejîran navdar e, ev nêzîkî du hefteyan e ku demsala çinîna berhemê hejîran dest pê kiriye. Cotkarên herêmê diyar dikin, îsal berhemê wan gelek baş e û li bazaran daxwazeke mezin li ser heye.
Mam Xezalî Mihemed, cotkarekî ji nahiyeya Bîcîl a ser bi Akrê ve ye, destnîşan kir ku herêma wan ji kevn de bi hejîrên xwe navdar e û got: "Hejîr li vir ji berê de hene, ji berê bav û kalên me ve. Devera Akrê û Bîcîl bi hejîran gelek bi nav û deng in."
Li devera Akrê şeş cûreyên sereke yên hejîran hene ku di nav wan de "Yehya Begî", "Bênatî", "Sorxal", "Şakirî", "Tefsik" û "Hejîra Reş" cih digirin. Cûreyê "Yehya Begî" wekî cureyê herî baş û bi nav û deng ê herêmê tê nasîn.
Cotkarekî din bi navê Serbest Ehmed dibêje: "Hejîrên me gelek cûre ne, lê bi taybetî cûreyê Yehya Begî heye ku yek ji baştirîn cûreyan e. Bi tama xwe ya taybet tê nasîn. Îsal bihayê wê baş e û bazara wê jî heye."
Berhemê hejîrên Akrê ne tenê li bazarên navxwe yên Herêma Kurdistanê, lê herwiha ji bo bajarên din ên Iraqê jî tê şandin. Nîzar Sorçî, ku bazirganiyê bi hejîran dike, dibêje: "Hejîrên îsal gelek baş in. Em ji cotkaran dikirin û ji bo Hewlêr, Silêmanî û bajarên din ên Iraqê dişînin. Îsal bihayê wê ji bo cotkaran gelek baş e."
Li gorî amarên Rêveberiya Çandiniyê ya Akrê, li sînorê deverê nêzîkî 270 hezar darên hejîran hene û tê pêşbînîkirin ku berhemê îsal bigihîje 7 hezar tonan.