Li Enqereyê kêşeyên jinên astengdar hatin gotûbêjkirin

Enqere (K24) – Li Enqereya paytexta Tirkiyeyê bi navê Di avakirina aştiyê û civaka demokratik de ‘Jin Saxlemtiyê Diaxivin’ panêlek hate li dar xistin. Di panêla ku ji aliyê Meclîsa Jinan a DEM Partiyê û Komisyona Astengdaran ve hate sazkirin de kêşeyên ku jinên astengdar dijîn hatin nîqaşkirin û rêyên çareseriyê hatin gotûbêjkirin.

Şêwaz û zimanê ku astendar pê di medyayê de cîh digrin jî bi tundî hate rexnekirin ku ji bo astengdarek di nûçeyekê de cîh bigre hewce nake bibe qehremanek an jî mexdûrek û ne mecbûr e hêvîyê bide kesekî bo bibe mijara nûçeyekê.

Hevberdevka Komîsyona Astendaran a DEM Partiyê Hatîce Betûl Çelebî ji K24ê re got: “Di civakê de nîjadperestî, zayendperestî û cudakariyên di baweriyan de cûreyên cudakariyê ne. Qadek ji van jî astengdar in. Ev îdeolojiyeke fermî ye ku laşekî saxlem serdest tê dîtin. Ger ev pêk nehat ew weke kesayetekî ‘kêm, hewcedar û bêzar’ tê nişandan. Medya jî di avakirina vî zimanî de di cihekî sereke de ye. Di nûçeyan de ya astengdar jiyanek bêzar û trajik dijîn yan jî qehreman in. Dibêjin; tevî astengiya xwe bi ser ket, qezenc kir. Ev nûçe jî zêdetir bo dabînkirina mafên rewa û wekhev dîsa piştgiriyê dide wî laşê saxlem.”

Di panêlê de jinên otîstîk û jinên ku kerr ango nabihîzin jî gotarak parve kirin. Ez ne qehremanekim ne jî keça min trajediyek e. Ev jî hevoka dayîkeke ku keça wê otîzme ango otîstik e. Berna Yıldiz dibêje astengdarî bo wê û keça wê di nav van her du nirxan de diçe û tê.

Endama Platforma Piştevaniya Astengdaran Berna Yildiz got: “Ez dayîkek im û civak yên ne weke xwe qebûl nake. Gelek serpêhatiyên min bi keça min re çêbûn. Nestandin servîsan, neçû dibistanê, li parkan dayîkan bi çavekî xirap lê meyizand. Bi çavekî saxlemtiyê tê meyizandin û tu roleke astengdaran nîne. Keça min jî yek ji van e. Weke astengdarekê ligel ku ew tê deximandin ez jî weke dayîka wê deximandinekê dijîm. Ji min re tê gotin ku dayîkbûna te kêm e. Çima? Ji ber ku keça min astengdar e.”

Jinan ragihand ku Sazîya Amaran ya Tirkiyeyê ji sala 2012an ve rêjeya astengdaran eşkere nake ku tenê di 2012an de rêje biqasî 10 milyonan bû.

 
Fly Erbil Advertisment