Mesrûr Barzanî: Herêma Kurdistanê ji bo veberhênanê cihekî ewle ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di hevpeyvîneke taybet de ligel kanala El-Şerq Newsê got ku, ew li dijî êrîşên bi dronan e û naxwaze tenahî û ewlehiya deverê bê şêwandin û jîngeha veberhênanê bê têkdan.

Mesrûr Barzanî di derheqa rola Herêma Kurdistanê di vî warî de jî got, “Herêma Kurdistanê bi hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî û Amerîkayê re hevahengî heye û ew hevpeyman in, lewma Herêma Kurdistanê dê bi dana haydariyan bi wan re pişkdar bibe û pêşwaziya hevahengiyên wan jî dike, xasma jî ji bo şopandin û lêkolînan li ser wan êrîşên ku li ser zeviyên petrolê yên ku ji hêla şîrketên Amerîkayî ve tên çavdêrîkirin û birêvebirin.”

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekez jî kir, “Ji ber vê yekê, pir normal e ku Herêma Kurdistanê bi hemî aliyan re di peywendiyê de be û hevahengiyê bike, xasma jî bi rayedarên Amerîkayê û Hikûmeta Federal a Iraqê re.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê amaje jî da, "Herêma Kurdistanê rêzê li bizav û alîkariyên her aliyekî ji bo rawestandina wan êrîşên ku li ser zevî û dezgehên Herêma Kurdistanê tên kirin digire, ji ber ku Herêma Kurdistanê naxwaze tenê ji hêla aborî ve serkeftî bimîne, belkî bi piştrastî ve ew dê bizavê ji bo zêdetir vejandin û avedankirinê bike û tekezê li ser wê yekê dike ku ji bo veberhênanê bibe aramtirîn û tenatirîn cih.”