Amûreke pêşketî ji Nexweşxaneya Azadiyê ya Dihokê re hat dabînkirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Nûjenkirin û berfirehkirina Nexweşxaneya Azadiyê ya parêzgeha Dihokê qediyaye. Berdevkê Tenduristiyê yê wê parêzgehê jî amaje da ku, îsal herî zêde xizmetên tenduristiyê li wê parêzgehê hatine pêşkêşkirin.

Berdevkê Rêveberiya Tenduristiyê ya Parêzgeha Dihokê Metîn Cemîl îro (Sêşem, 29ê Tîrmeha 2025ê) ji malpera Kurdistan24ê re got, “Piştî demeke dirêj, Wezareta Tenduristiyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê (KRG) amûreke pêşketî ya CT-SCANê bi bihayê yek milyar û 150 milyon dînaran dabîn kir.”

Metîn Cemîl herwesa got, “Ji bilî dabînkirina vî amûrî ji bo bêtir xizmetkirina welatiyan, nûjenkirin û berfirehkirina Nexweşxaneya Azadiyê ya Fêrkirinê jî qediyaye, ku zexteke zêde li ser vê nexweşxaneyê heye.”

Navbirî amaje jî da, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê (KRG) îsal çend nexweşxaneyên giştî û navendên tenduristiyê li parêzgeha Dihokê vekirine, ku ya herî berçav jî nexweşxaneya giştî ya bajarkê Amêdiyê bû.”

 
Fly Erbil Advertisment