Li Reqayê 9 çeteyên DAIŞê hatin girtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayiş) ragihand, di encama operasyoneke ewlehiyê ya berfireh de li parêzgeha Reqayê, 9 endamên şaneyeke veşartî ya rêxistina terorîst a DAIŞ'ê hatine girtin.
Di daxuyaniyeke fermî de ku li ser malpera xwe belav kir, Navenda Ragihandinê ya Asayîşê diyar kir, operasyon bi serkeftî pêk hatiye û di encamê de 9 çeteyên ku di nav şaneyên veşartî de kar dikirin, hatine desteserkirin.
Li gorî heman daxuyaniyê, çeteyên hatine girtin plan dikirin ku êrîşên terorîst pêk bînin û li herêmê tevlihevî û nearamiyê derxînin. Hêzên Asayîşê herwiha dîmenên operasyonê jî parve kirin, ku tê de kêliyên girtina çeteyan û desteserkirina wan xuya dibin.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn di dawiya daxuyaniya xwe de tekezî li ser berdewamiya xebatên xwe yên li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ'ê kir û soza xwe dubare kir ku ew ê ji bo parastina ewlehiya herêmê û têkbirina her cure gefeke terorîst, têkoşîna xwe bidomînin.