Kampa Holê: 127 koçberên nexweş û xwedî rewşên taybet vegeriyan herêmên xwe

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Kampa Holê di çarçoveya hewldanên mirovî de, 127 koçberên Sûrî ku ji nexweşiyên giran û rewşên taybet ên mirovî diêşiyan, ji kampê derxistin û ber bi herêmên wan ên li Req, Heleb û Idlibê ve bi rê kirin.
Prosesa vegerê bi hevkariyeke berfireh di navbera Rêveberiya Kampa Holê, Komîseriya Kar û Barên Koçberan a NYˊyê, Desteya Karûbarên Civakî ya Rêveberiya Xweser û Navenda Sûriyeyê ya Lêkolînan de hate birêvebirin.
Serokê Nivîsgeha Karûbarên Koçberan Şêxmûs Ehmed derbarê mijarê de ragihand, ev koma duyemîn e ku ji koçberên nexweş pêk tê û ji kampê derdikeve.
Ehmed herwiha anî ziman ku Rêveberiya Xweser hewlên xwe ji bo vegerandina hemû koçberan didomîne, lê heta niha ti bersiveke erênî ji aliyê hikûmeta Şamê ve ji bo hêsankirina karê vegera Sûriyan bo herêmên wan, wernegirtiye.
Ev pêngav di çarçoveya pabendbûna Rêveberiya Xweser de tê, ku vegera ewle û birûmet a koçberan misoger bike, bi taybetî jî bi dayîna pêşiyê ji kesên ku pêdiviyên wan ên lezgîn ên mirovî hene.