Donald Trump bacê li ser Iraq û çend welatên din disepîne

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Amerîkayê Donald Trump biryara bicîhanîna bacê li ser çend welatan îmze kir ku, li gorî baweriya Amerîkayê hevsengiya xwe ya bazirganî têk daye, yek ji wan welatan jî Iraq e.
Koçka Spî ev gava sepandina bacê wekî "Danana sîstema bazirganiya cîhanî li gorî berjewendiya karkerên Amerîkayî" wesifand.
Li gorî rayedarekî payebilind ê Koçka Spî, li roja 7ê Tebaxê dê dest bi bicîhanîna van bacan bê kirin, yanî heft rojan piştî wê biryarê.
Koçka Spî di daxuyaniyekê de ragihand, “Bacên nû yên Amerîkayê li ser van welatan dê bi rêjeya 10-41% bin, ji bilî Berazîlê ku baca gomrikê li ser wê gihîştiye 50%."
Bacên gumrikê dê bi vî rengî bin:
Urdun: 15%
Tûnis: 25%
Cezayîr û Lîbya: 30%
Iraq: 35%
Sûriye: 41%
Lê ew welatên ku peymanên bazirganiyê yên dualî bi Amerîkayê re hene, pabendî wan bacan dibin ên ku di wan peymanan de hatine, piraniya wan welatan jî bacên gomrikê di navbera 10-15% de didin Amerîkayê, ew jî bi vî rengî:
10% ji bo kelûpelên Brîtanayî
15% ji bo Yekîtiya Ewropayê, Japon û Koreya Başûr
25% ji bo Hindistanê
30% ji bo Başûrê Afrîkayê
35% ji bo Sirbistanê
39% ji bo Swîsrayê
40% ji bo Lawsê
50% ji bo Berazîlê
Ew şîrketên ku kelûpelan ji bo Amerîkayê hinarde dikin nerazîbûna xwe li ser wan bacên gomrikê diyar kir, di nav de Kanada jî heye ku Trump 25-35% li ser wê zêde kiriye, xasma li ser wan berhemên ku di çarçoveya peymanên bazirganî yên di navbera her du welatan de nînin.
Gelek welatên Asyayê ku xwe dispêrin bazara Amerîkayê dilxweşiya xwe li beranberî bacên gomrikê yên nû yên Amerîkayê diyar kiriye, wekî Kamboçya û Tayland ku bacên li ser wan 36-19% ji aliyê Amerîkayê ve hatine kêmkirin.
Taywan jî dixwaze bi Amerîkayê re lihevkirinekê çê bike û ew rêjeya bacê 20% li ser e kêm bike.