Amerîka û NATO çekên zêdetir didin Ukraynayê

Navenda Nûçeyan (K24) – Amerîka û Hevpeymaniya Atlantîkê (NATO) ji bo piştgiriyeke berfirehtir a leşkerî ji Ukraynayê re di nav hewldanên nû de ne. Armanc ew e ku bi mekanîzmayeke nû, çekên zêdetir bigihînin Kîevê.
Ev pêngav piştî ku Serokê Amerîkayê Donald Trump ji ber berdewamiya êrişên Rûsyayê li ser Ukraynayê bêhêvîbûna xwe nîşan da, tê avêtin.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên curbecur, Amerîka, NATO û Ukrayna bi hev re li ser mekanîzmayekê dixebitin da ku artêşa Ukraynayê, bi taybetî bi wan çekên ku Kîevê bi awayekî fermî daxwaz kirine, ji nû ve çekdar bikin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump berê soz dabû ku ew ê bi piştevaniya darayî ya Ewropayê piştgiriya Ukraynayê bike û çekên zêdetir bide wan, lê heta niha ev biryar ji aliyê Trump ve nehatiye cîbicîkirin.
Her çend Amerîkayê di demên dawî de ji bo bidawîkirina şer helwesteke nerm li hember Rûsyayê nîşan dabe jî, di heman demê de hişyarî daye ku "eger Mosko heta meha Tebaxê agirbestê pêk neyne, dê cezayên gumrikê li ser wê bisepîne."
Nirxê alîkariyê 500 milyon dolar e
Sekreterê Giştî yê NATOyê Mark Rutte ragihand, nirxê çek û alavên ku Ukrayna daxwaz dike digihîje 500 milyon dolarî. Rutte li ser rêya dabînkirina vê budçeyê got:
"Ji bo dabînkirina pereyan da ku em karibin çekan ji Amerîkayê bikirin, pêwîst e em bi welatên din ên endamên NATOyê re hevrêziyê bikin, da ku em bizanibin kîjan welat dikare kîjan çekî bikire û bide Ukraynayê."