Rêber Ehmed: Bexda rê nade ku Herêm dadgeheke taybet ji bo DAIŞê damezirîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed di 11emîn salvegera jenosîda Êzidiyan de ragihand, zîhniyeta jinavbirin û paqijkirina gelê Kurd hîn jî berdewam e û bang li hikûmeta federal û civaka navdewletî kir ku ji bo edaletê û asayîkirina rewşa Şingalê gavan biavêjin.

Rêber Ehmed îro 3ê Tebaxê li bajarê Dihokê di merasîmeke bîranîna jenosîdê de gotarek pêşkêş kir û tê de helwesta Hikûmeta Herêma Kurdistanê û daxwazên gelê Kurdistanê anî ziman.

"Zîhniyeta qirkirina gelê Kurd"

Li gorî Rêber Ehmed, karesata Şingalê ne bûyereke ji rêzê bû, lê "berdewamiya wan karesat û jenosîdên ku bi dirêjahiya dîrokê li dijî gelê Kurd hatine encamdan bû; wek jenosîda Feylî û Barzaniyan, şalawên Enfalê, û kîmyabarankirina Badînan, Balîsan û Helebceyê."

Wezîrê Navxwe got, "Ev cure karesat, berhema zîhniyeteke şovenî ye ku mixabin hîn jî zîhniyeta qirkirina gelê Kurd, ji aliyê hinek kes û aliyên siyasî û berpirsên Bexdayê ve berdewam e."

Tekez kir jî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê "rijd e li ser dabînkirina dadwerî û pêşerojeke hêja ji bo hemû xwişk û birayên rizgarbûyî yên Êzidî" û spasiya xelkê Kurdistanê, bi taybetî xelkê Dihok û Zaxoyê kir, ji bo mêvanperwerî û piştevaniya wan a ji bo koçberên Êzidî.

Bexda xemsar e: Ne dadgeh heye, ne jî peyman tê cîbicîkirin

Rêber Ehmed rexneyeke tund li hikûmeta federal girt û got: "Mixabin heta niha xemsariyek ji aliyê saziyên federal ve ji bo naskirina karesata Şingalê weke jenosîd heye. 11 sal di ser karesatê re derbas bûne, lê heta niha ti dadgeheke taybet ji bo darizandina tawanbarên DAIŞê nehatiye damezrandin. Mixabin rê li ber Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî hatiye girtin ku ji bo vê mebestê dadgeheke taybet damezrîne."

Wezîrê Navxwe bang li civaka navdewletî û hikûmeta federal kir ku jenosîda Şingalê "ne tenê bi gotin û derxistina yasayan" nas bikin, lê bi gavên pratîkî bersivê bidin, ku ev in:

1.    Qerebûkirina kesên ziyan dîtine.

2.    Misogerkirina vegereke bi serbilindî ji bo Êzidiyan.

3.    Damezrandina dadgeheke taybet ji bo darizandina terorîstên DAIŞê.

4.    Cîbicîkirina tam a Peymana Şingalê.

5.    Paqijkirina Şingalê ji milîs û komên çekdar.

6.    Gihandina xizmetguzariyên bingehîn û avedankirina navçeyê.

7.    Peydakirina derfetên kar ji bo xelkê Şingalê.

8.    Cîbicîkirina Madeya 140 a destûra Iraqê.

Rêber Ehmed destnîşan kir ku divê hikûmeta Iraqê ne tenê qurbaniyên Êzidî, lê hemû qurbaniyên destê rejîma Beisê jî qerebû bike.

Alîkariya darayî û asankariyên ji bo perwerdeyê

Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê herwiha behsa piştgiriya hikûmetê kir û got, Serokwezîr Mesrûr Barzanî, programeke alîkariya darayî ji bo piştgiriya rizgarbûyên Êzidî daye destpêkirin ku mehane zêdetirî 3,500 rizgarbûyî jê sûdê werdigirin.

Li gorî Wezîrê Navxwe, ev alîkariya darayî "gaveke girîng e ji bo vegerandina rûmet û jiyaneke serbilind ji bo wan."

Rêber Ehmed da zanîn, li ser raspardeya Serokwezîr Mesrûr Barzanî, Hikûmeta Herêmê hemû asankarî pêşkêş kirine, da ku perwerdeyeke hêja ji bo malbatên rizgarbûyan were dabînkirin. Rêkarên tomarkirina wan li dibistan, zanîngeh û peymangehan hatine hêsankirin û xerca xwendina paralel a li zanîngehên hikûmî û taybet ji bo wan hatiye betalkirin.

 
 
Fly Erbil Advertisment