Nûçeyeke Kurdistan24ê li ser berdana Demirtaş bûye çavkaniya rojname û medyaya Tirkiyeyê

Demirtaş
Demirtaş

Navenda Nûçeyan (K24) - Daxuyaniya yek ji parêzerên Demirtaş ji bo Kurdistan24ê li ser îhtîmala berdana Demirtaş di hemî medyayên Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê de bûye manşêt.

Mesûd Ozer yek ji parêzerên Selahettin Demirtaş e, ku Hevserokê HDPê yê berê bû, li roja Şemiyê (02ê Tebaxa 2025ê) tevlî gera nûçeyên Kurdistan24ê bû û tê de li ser pêvajoya nû ya aştiyê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, berdana Demirtaş û hejmareke zindaniyên siyasî yên din ên Kurd axivî.

Mesûd Ozer di pareke axaftinên xwe de tekez kir, "Di rewşa siyasî ya niha ya Tirkiyeyê de û di çarçoveya bizavên ragihandina pêvajoyek nû ya aştiyê de, mimkin e ku Demirtaş li meha bê (Îlon) bê berdan."

Rojnameya Sozcuyê ku rojnameya opozîsyonê ye û girêdayî Partiya Gel a Komarî (CHP) ye ragihand, "Parêzerekî Demirtaş zanyareke wekî bombê ji Kurdistan24ê re gotiye ku îhtîmal e ew meha bê bê berdan."

Herwesa rojnameya Qerarê jî, ku nêzîkî Partiya Dad û Pêşxistinê (AK Partî) ya desthilatdar e, girîngî daye vê mijarê û gotiye, "Parêzerekê Demirtaş ji Kurdistan24ê re li ser pêvajoya nû ya aştiyê axivî û bal kişand ser berdana Demirtaş."

Rojnameyên çep ên wî welatî jî wekî Birgun û Evranselê li ser navê çavkaniya Kurdistan24ê behsa wê yekê kiriye ku, îhtîmal heye Demirtaş meha bê bê berdan.

Ji bilî rojnameyan, bi dehan malper, medyaya dîjîtal û çavkaniyên rojnamevaniyê yên cuda cuda yên Tirkiyeyê Kurdistan24 wekî çavkaniya nûçeya berdana Demirtaş bi kar aniye.

 
Fly Erbil Advertisment