Dijeterora Kurdistanê: Dengê teqîna li Hewlêrê hatiye bihîstin, rahênaneke serbazî bû

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Giştî ya Dijeterora Kurdistanê ragihand, ew dengê teqîna bihêz a ku êvara îro li nêzî Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê hat bihîstin, ji ber rahênaneke serbazî bûye û ti sedem ji bo metirsiyê nîne.
Rêveberiya Giştî ya Dijeterora Kurdistanê îro 4ê Tebaxê di daxuyaniyekê da zanîn, dengê ku di saet 18:45an de hatiye bihîstin, ne êrîşek bûye.
Dijeterora Kurdistanê tekez kir ku "pêwîstî bi metirsiyê nake, ji ber ku ew dengê bihêz ji ber çalakiyeke serbazî û rahênanê bûye."