Li Enqerê pêşangeha Tizbî û kevirên xwezayî birêve çû
Navenda Nûçeyan (K24) – Li Enqereyê bi beşdariya hin parêzgehên bakûrê Kurdistanê jî pêşangeheke ciyawaz ya kevirên xwezayî, entîke û taybetî tizbiyan birêve çû. Bi sedan hoste û kargehên tizbiyan berhemên xwe pêşkêş kirin. Di pêşangeha ku zêdetir cûreyên tizbiyan hatin pêşandan de nirxê hin tizbiyan digihîje heta 20 hezar dolaran jî.
Her tizbiyek dûayeke ku bi sebra demê hatiye çêkirin. Her libek şopa tiliyê çêkerê xwe, barê rabirdûyê û hêviya paşêrojê digire. Hin ji wan di bêdengiya bavekî de ji dayîk bûne, hin ji wan di sebra şevek zîndanê de û hin ji wan jî di bêhna derwêşekî de hatine çêkirin.
Ev dîmenên rengîn ji pêşangeha Enqere ya tizbî, kevirên xwezayî û berhemên entîkeyan e. Lê bele ne tene pêşangeheke; ew vexwendinek e ji bo cîhanek efsûnî ku kevir, dar, dest û dil lê dicivin.
Mêrdîn, Erzirom, Riha, Diyarbekir û Wan jî hin parêzgehên Bakurê Kurdistanê ne ku bi cûreyên tizbiyên xwe yên taybetî kehrebe û zîvan di vê pêşangehê de cîh girtine.
Berpirsê Standa Diyarbekirê Yucel Çekîn: “Navê Kompanyaya me Kehrîbar Kolîk e. Em ji Diyarbekirê tên û navê hosteyê me Mehmet Aydin e. Em hinardekirina tizbiyan bo tevahiya Tirkiye û cîhanê dikin. Qonaxên çekina wan hene. Pêşî em di torneyan ango makîneyan re derbas dikin û weke libên girover em birîna pêk tînin û qûl dikin. Paşe jî di ta re derbas dikin. Ev tizbî jî xwedî destkariyeke taybet e ku nirxê wê biqasî 6 hezar dolaran heye.”
Ev tizbiya ku hêj bi kevirên heyama Osmaniyan hatiyê çêkirin û îmamoka wê jî ji zêr pêk tê jî xwedî nirxekî biqasî 20 hezar dolaran e. Ligel di pêşangêhê de kevirên xwezayî û berhemên entîke jî ji bo berhevkaran cîh girtine pêşangeh zêdetirîn ji kargehên tizbiyan pêk tên.
Xwediyê Standa Mêrdînê Ramazan Kaya: “Malê me ji Lîtvanyayê ye. Em ji Mêrdînê ne. Em girêdayî Kiziltepe ne, Malê me kehribar û demle ne. Iro hemü demle ne, ii bo nexwesivekê ji bo guatrê be gelek nexwesiyan pêskirin dike, asteng dike. Em li ser dolaran disüxilin. Em gelek caran ne dolar em dibêjin cent, lireyi Tirki. Ev bi centan e. Em naxwazin wan zede ji hal bixin em dibêjin grama wê 30 lire ye. Ev kolye ne em dibejin van bi 50î.”
Ji aliyekî din ve ji bilî tizbiyên kehrebe û yên ji cureyên daran hatine çêkirin bo kesên dixwazin tizbiyên zîv jî hene ku li ser dezgehan cîh girtine.
Berpirsê Standa Tizbiyên Zîv Omer Inal: “Memlekete me Merdin e lê em li Edenê rûdinin. Em hatine fuara Engere. Em zîvan difirosin, tizbiyan difirosin, demle hene. Hemû berhemên dîrokî ne. Yanî puskul in, yên ku ji xwe re tisizbiyan dikirin tên li vir jî xwe re puskulan dikirin û bi serê tizbiyan dixin.”
Herwiha di pêşangeha berfireh ku eleqeyek mezin bo wê hate nişandan de zêdeyî 200 kompanyayan jî bi tizbî û berhemên xwe tê de cîh girtine û berhemên bi keda destan derketine holê pêşkêş kirin.