Bedir Mela Reşîd: Komên çekdar hewl didin rêkeftina HSD û Şamê têk bibin
Navenda Nûçeyan (K24) – Akademîsyen û lêkolîner Bedir Mela Reşîd hişyarî da, hin alî û komên çekdar ên di nav artêşa nû ya Sûriyeyê de naxwazin rêkeftina di navbera HSD û Şamê de biser bikeve û hewl didin ku aloziyan derxînin. Reşîd herwiha rexne li hikûmeta Şamê girt ku "gavên cidî navêje" û bang li aliyên Kurdî kir ku yekrêz bin û projeyeke zelal a daxwaziyan pêşkêş bikin.
lêkolîner Bedir Mela Reşîd di beşdariya di bulteneke K24ê de, rewşa Sûriyeyê piştî lihevkirina di navbera Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî û Serokê Sûriyeyê Ehmed Şara de nirxand û metirsiyên li pêşiya pêvajoyê anî ziman.
"Komên çekdar naxwazin lihevkirin pêk were"
Reşîd da zanîn, metirsiyeke mezin heye ku hin komên çekdar ên berê di bin sîwana Artêşa Niştimanî de bûn û niha ketine nav artêşa nû ya Sûriyeyê, li dijî lihevkirinê kar dikin.
Herwiha got: "Piştî ku rêkeftin di navbera Mezlûm Ebdî û Ehmed Şara de çêbû, gelek nûnerên komên wekî Emşat, Sultan Silêman û Silêman Şah ketin nav artêşa nû ya Sûriyeyê. Ev kom naxwazin rêkeftina di navbera HSD û hikûmeta Sûriyeyê de biçe serî. Armanca wan ew e ku HSDê têk bibin û li herêmên wekî Efrîn, Serê Kaniyê û deverên din aloziyan çêbikin."
"Hikûmeta Şamê gavên cidî navêje"
Bedir Mela Reşîd rexne li helwesta hikûmeta nû ya Şamê jî girt û diyar kir ku ew di warê çareserkirina pirsa Kurd de cidî tevnagere û got: "Mixabin, piştî rêkeftinê, hikûmeta Şamê ti gaveke cidî neavêt. Gotara wan a li ser medya û daxuyaniyên wan li dijî Kurdan û HSDê tundtir bûne. Propagandaya ku Kurdan wek beşekî biçûk an jî koçber nîşan dide, hîn jî berdewam e. Dema ku yasaya demkî hate derxistin, ti amajeyek bi pirsa Kurd, zimanê Kurdî û taybetmendiya herêmên Kurdî nehat kirin."
"Divê aliyê Kurdî bibe xwedî destpêşxerî"
Reşîd got: "Piştî hilweşîna rejîmê, barekî giran ket ser milê Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî ku zext li HSD û partiyên Kurdî kir, da ku projeyeke hevbeş a siyasî amade bikin. Konferansa Yekrêziya Kurdî ya li Qamişlo gaveke baş bû, lê diviyabû li pey wê workshop û civînên teknîkî bihata kirin, da ku daxwazên Kurdan bi xalên zelal ji hikûmeta navendî re bihata pêşkêşkirin. Divê aliyê Kurdî bibe xwedî destpêşxerî û daxwazên xwe yên derbarê rêveberiya herêmî, parastin û aboriyê de bi awayekî yekgirtî bigihîne Şamê."