Hefteya bê dawî pêla germa havînê Herêma Kurdistanê vedigire
Navenda Nûçeyan (K24) - Şarezayekî keşûhewayê û erdhejan ragihand, “Pêleke germê ya dijwar deverên Herêma Kurdistanê vedigire, ku nimreyên germê ji 4 heta 6 nimreyan bilind dibin.” Herwesa got, “Tê pêşbînîkirin ku ew pêla dawiyê ya germê ya 50 nimreyî be.”
Şarezayê Keşûhewayê û Erdhejan Mihemed Kemal îro (Sêşem, 5ê Tebaxa 2025ê) ji malpera Kurdistan24ê re ragihand, “Pêşbînî tê kirin ku pêleke germê ya dijwar Herêma Kurdistanê vegire.”
Mihemed Kemal amaje jî da, “Ew pêl ji ber bandora bayekî germ ji ser Zeryaya Hindî bo deverên Kurdistanê tê, ku heta roja Yekşema bê (14ê Tebaxa 2025ê) dê berdewam be. Herwesa tê pêşbînîkirin ku, nimreya germê bigihîje 51 nimreyên Celsius.”
Navbirî herwesa got, “Ew pêla germê biteratî ye, lewma divê welatî ji seet 11ê sibehê heta 4ê êvarê li malê bimînin, ji ber ku tîrêjên rojê zirardar in û bandoreke rasterast li ser saxlemiyê heye.”
Şarezayê Keşûhewayê û Erdhejan ron jî kir, “Tê pêşbînîkirin ku, ev pêla dawiyê ya 50 nimreyî be û di dû re nimreyên germê dê dakevin.”