Berdevka DEM Partiyê: Komîsyon bi tena serê xwe têrê nake

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan, piştî civîna Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) daxuyaniyek da û bal kişand ser pêvajoya nû ya siyasî û komîsyona ku li meclisê hatiye avakirin. Dogan diyar kir, ew di qonaxeke krîtîk de ne û ji bo serkeftina pêvajoyê pêwîstî bi têkoşîneke hevpar heye.
Dogan îro 7ê Tebaxê di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser paşxistina berdana girtiyan û got, li Girtîgeha Tîpa F a Boluyê berdana 33 girtiyên ku 30 sal cezayê xwe temam kirine, hatiye astengkirin. Her wiha da zanîn, duh jî berdana 5 girtiyên din ji bo 3 mehan hatiye paşxistin û ev yek weke binpêkirineke mafan bi nav kir.
"Komîsyon bi tena serê xwe têrê nake"
Derbarê komîsyona ku di vê çarçoveyê de li parlamenê hatiye avakirin de, Dogan got: “Ev rewşeke nû û girîng e. Lê belê divê were zanîn ku komîsyon bi tena serê xwe nikare van pirsgirêkan çareser bike. Pêwîst e em weke siyaset û civak werin ba hev û bi hev re van pirsgirêkan çareser bikin.”
"Pêdivî bi guhertinên yasayî heye"
Berdevka DEM Partiyê tekez kir, pêwîstiya Tirkiyeyê bi demokrasî, wekhevî û biratiyê heye û ji bo vê jî divê gavên berbiçav bên avêtin. Wê wiha domand: “Weke DEM Partiyê, em ji bo gavên nû yên ku bên avêtin, dê tişta ji destê me tê bikin. Ji bo sererastkirinên yasayî divê xebat bên kirin û ji bo piştevaniya civakî jî pêdivî bi xebatên cidî heye.”
Ayşegul Dogan got jî: “Pirs ev e; gelo dewlet, desthilat, opozîsyon, siyaset û civak dê xwe li gorî serdema nû çawa amade bikin? Divê ev pêvajo weke pêvajoyeke guherîn û veguherînê ya dualî bê dîtin. Divê neyê jibîrkirin ku stûnên vê qonaxa krîtîk, dê bi têkoşîna hevpar û bi opozîsyoneke xurt bên avakirin.”