Ekmen: Komîsyon bi wezîrên berevanî û navxwe re li ser çarenivîsa PKKê dicive

Navenda Nûçeyan (K24) – Parlamenterê Partiya DEVA û endamê Komîsyona Pêvajoya Aştiyê Mehmet Emîn Ekmen, hûrgiliyên girîng derbarê civîna duyem a komîsyonê de aşkere kir û ragihand, dê civîn bi amadebûna berpirsên payebilind ên ewlehiya Tirkiyeyê birêve biçe. Ekmen herwiha da zanîn ku Abdullah Ocalan daxwaza hevdîtinê bi komîsyonê re kiriye.

Mehmet Emîn Ekmen îro 7ê Tebaxê diyar kir, civîna duyem a komîsyonê dê sibe Înê dûrî çavê medyayê, bi beşdariya Wezîrên Berevanî û Navxwe û Serokê Saziya Îstixbaratê (MÎT) were lidarxistin.

Li gorî gotinên Ekmen, di civînê de berpirsên dewletê dê derbarê van mijaran de agahiyan bidin komîsyonê:

- Pêvajoya çekdanîna PKKê û hemahengiya bi Bexda, Silêmanî û Hewlêrê re.

- Çarenivîsa rêxistinê.

- Peywendiyên ligel Îmraliyê û Qendîlê.

- Pêşhatên dawî yên li Sûriyeyê.

"Ocalan dixwaze bicive, lê di rojevê de nîne"

Ekmen eşkere kir, "Abdullah Ocalan dixwaze bi komîsyonê re rûnê," lê diyar kir jî "heta niha ev yek di rojeva komîsyonê de nîne."

Herwiha armanca sereke ya komîsyonê jî wiha anî ziman: "Armanca me ya bingehîn amadekirina zemîneya yasayî ji bo çekdanîn û hilweşandina PKKê ye, ji ber ku di yasayên heyî de ti xaleke ku çarenivîsa van mijaran diyar bike, nîne."

"Girtina Demîrtaş şaşî ye"

Parlamenterê Partiya DEVA herwiha bal kişand ser rewşa girtiyên siyasî û got: "Girtina Selahedîn Demîrtaş şaşiyek e. Pêwîst e di vê pêvajoyê de Demîrtaş û hemû ew kesên ku ji ber nêrînên xwe yên siyasî hatine girtin, bên azadkirin."

Di dawiyê de Ekmen behsa raporeke kevin kir û got: "Dewletê di sala 2014an de raporek derbarê çawaniya vegera çekdarên PKKê de amade kiribû. Em ê di qonaxa bê de vê raporê di komîsyonê de gotûbêj bikin."

 

 
Fly Erbil Advertisment