Parlamenterê DEM Partiyê: Armanca Komîsyonê ne tenê çekdanîn e, divê zimanê aştiyê ava bike

Navenda Nûçeyan (K24) – Parlamenterê DEM Partiyê yê Bedlîsê Huseyin Olan, derbarê Komîsyona Hevgirtinê de got, "Ev cara yekem e di dîroka parlamentoya Tirkiyeyê de ji bo pirsa gelê Kurd komîsyoneke bi vî rengî tê avakirin." Olan tekez kir, divê karê komîsyonê ne tenê li ser çekdanînê be, lê bingehekê ji bo çareseriyeke demokratîk û aştiyane ava bike.
"Ger karê komîsyonê tenê çekdanîn be, ev şaş e"
Huseyîn Olan di axaftina xwe de bal kişand ser armanca sereke ya komîsyonê û got, ew vê xebatê wek gaveke girîng û pîroz dibînin, ji ber ku ew dixwazin pirsa Kurd bi rêyên danûstandin û demokrasiyê bê çareserkirin.
Olan li ser nêrînên ku karê komîsyonê bi tenê bi çekdanîna PKKê ve girê didin, rexne girt û wiha axivî: "Dema mirov bibêje karê vê komîsyonê tenê ji bo çekberdanê ye, ev tiştekî şaş e. Ev komîsyon divê li ser vê yekê bixebite: Çek dê çawa bên berdan? Bi çi şêweyî bên berdan? Kesên ku çekan datînin dê biçin ku? Divê li ser vê bingehê gazinc û gotûbêj bên kirin."
"Pirsa Kurd, pirsa 86 milyon mirovî ye"
Olan anî ziman, pirsa Kurd ne tenê pirseke terorê ye, lê pirsgirêke dîrokî û kûr e û got: "Gelo çima gelê me yê Kurd çek hilgirtine? 42 sal in li serê çiyayan tekoşînê dimeşînin. Dema mirov hinceta çekhilgirtinê ji holê rake, wê demê ti kes çekan hilnagire. Pirsa Kurd, pirseke sed salî ya înkarkirina ziman, çand û hebûnê ye."
Parlamenterê DEM Partiyê destnîşan kir, ev pirs ne tenê ya Kurdan lê ya tevahiya Tirkiyeyê ye û got: "Îro li Tirkiyeyê pirsa Kurd li her aliyî zerarê dide; li aliyê aborî, siyasî û polîtîk. Her kes jê zerarê dibîne. Lewma divê ev komîsyon zimanê aştiyê ava bike."
"Divê bingeheke hiqûqî û yasayî bê avakirin"
Di dawiya axaftina xwe de, Huseyîn Olan ragihand, ew hêvîdar in ku ev komîsyon bibe bingehek ji bo çareseriyeke mayînde û got: "Divê komîsyon bingehekî hiqûqî û yasayî ji bo çareseriyê ava bike. Divê bi akademîsyenan, zanîngehan, sendîkayan û partiyan re biaxive. Heta divê biçe Îmraliyê û bi Birêz Ocalan re jî vê yekê gotûbêj bike, da ku bingeha çareseriyekê bê danîn û êdî ti kes ji bo mafên xwe neçar nemîne çekan hilgire."