Termên 22 qurbaniyên Êzidî radestî malbatan tên kirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Termên 22 qurbaniyên Êzidî yên ku di dema jenosîda sala 2014an de ji aliyê DAIŞê ve hatibûn kuştin, radestî malbatên wan tên kirin. Ev pêngav, careke din birînên kûr ên malbatên qurbaniyan vedike û bîranînên trajîk ên jenosîdê tîne bîra wan.
Li malên qurbaniyan, wêne û bîranînên kesên ku bi hovane hatine kuştin, li ser dîwaran hatine daliqandin. Kesûkarên qurbaniyan, bi çavên tijî rondik, behsa êş û hesreta xwe dikin û bi salan e li benda vegera hestiyên ezîzên xwe ne da ku bikaribin bi merasîmeke şayeste wan bispêrin axê.
Emel Husên ku xizmeke qurbaniyan bi xemgînî dibêje: "Em dixwazin hestiyên wan bînin û li goristanekê veşêrin da ku em bizanibin cihê wan li ku ye. Em dixwazin di cejnan de û di bîranînan de biçin ser gorên wan."
Dayikeke din a bi navê Neam Xelef ku mêr û birayên wê di komkujiyê de hatine kuştin, dibêje: "Hemû cîran û xizmên me bûn. Em dixwazin hemûyan bînin û bi hev re veşêrin."
"Vekirina gorên bikomî erkê hikûmetê ye"
Parlamentera Êzidî li Parlamentoya Iraqê Viyan Dexîl ku serdana malbatên qurbaniyan kir, rexne li hikûmeta Iraqê girt û ragihand, vekirina gorên komî û radestkirina terman ne qenciyek e, lê erkê sereke ya hikûmetê ye ku heta niha di vî warî de gelekî kêm maye.
Viyan Dexîl got: "Me çendîn car daxwaza vekirina hemû gorên bikomî kiriye. Ev erk li ser milê hikûmetê ye. Divê term bên derxistin, testa DNAyê ji wan re bê kirin û bi merasîmeke olî ya ku şayesteyî wan e, bên veşartin."
Li gorî amaran, heta niha li Şingalê nêzîkî 90 gorên bikomî hatine dîtin. Ji van, tenê 68 gor hatine vekirin û termên 174 qurbaniyan radestî malbatên wan hatine kirin. Herwiha, termên zêdetirî 100 qurbaniyên din jî li Bijîşka Dadî ya Bexdayê ne û li benda diyarkirina nasnameyê ne.
Malbatên qurbaniyên jenosîda Şingalê bi hêvî ne ku di demeke nêzîk de hemû gorên komî werin vekirin û çarenûsa bi hezaran kesên ku hîn jî winda ne, were eşkerekirin da ku êşa wan a bi salan hinekî sivik bibe.