Komîsyona proseya aştiyê bi beşdariya 51 endamên xwe dicive

Navenda Nûçeyan (K24) – Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ya Parlamentoya Tirkiyeyê îro bi beşdariya hemû endamên xwe cara sêyemîn dicive.
Piştî daxwaza Serokê Meclisê Numan Kurtulmuş di 11ê Tebaxê de, AK Partî, CHP û DEM Partiyê endamên xwe yên nû ji bo komîsyonê diyar kirin. Li gorî agahiyan, AK Partiyê Parlamenterê Denîzliyê Cahit Ozkan, CHPê Parlamenterê Enqereyê Umut Akdogan, û DEM Partiyê jî Celal Firat weke endamên nû erkdar kirin. Bi vê yekê, hejmara endamên komîsyonê gihişt 51 kesan.
Biryar e komîsyon bi endamên xwe yên nû re îro demjimêr 14:00an li Eywana Merasîmê ya Parlamentoyê bicive û derbarê xebatên pêş de nirxandinan bike.
Pêvajoya aştiyê bi banga Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî dest pê kiribû. Di vê çarçoveyê de, di 11ê Tîrmeha 2025an de, komeke 30 kesî ya endamên PKKê, ku 15 ji wan jin bûn, li devera Şikefta Caseneyê ya li sînorê Silêmaniyê di merasîmekê de çekên xwe şewitandibûn.
Piştî vê merasîmê, biryar hatibû dayîn ku Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê li Meclisê were avakirin. Komîsyonê civîna xwe ya yekem di 5ê Tebaxê de li dar xistibû û di wê civînê de navê komîsyonê hatibû destnîşankirin û rêziknameya xebatê ya ji 12 xalan pêk dihat, bi yekdengî hatibû qebûlkirin.
Di civîna duyemîn de ku di 8ê Tebaxê de pêk hatibû, Wezîrê Navxwe Alî Yerlîkaya, Wezîrê Berevaniyê Yaşar Guler û Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin, derbarê pêvajoya çekdanîna PKKê de zanyarî pêşkêşî komîsyonê kiribûn.