Kuştina 3 pezkûviyan li Amêdiyê rastî nerazîbûnê hat: Lêkolînê dest pê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî ku dîmenên kuştin û gorandina sê pezkûviyan li qezaya Amêdiyê ya parêzgeha Dihokê li ser torên civakî belav bûn, karvedanên tund ji aliyê welatî û rêxistinên jîngehparêz ve derketin. Hêza Parastina Jîngeha Dihokê ragihand, wan dest bi lêkolîneke berfireh kiriye, da ku tawanbaran bigirin û wan radestî dadgehê bikin.

Belavbûna van dîmenan li ser torên civakî, bû sedema karvedanên tund û gelek çalakvanan daxwaza sizadana tawanbaran kirin.

Hêza Parastina Jîngehê: Tawankar dê werin sizadan

Piştî bûyerê, Hêza Pêşmerge ya Parastina Jîngeha Dihokê demildest dest bi lêkolînê kir. Fermandarê Hêza Parastina Jîngeha Dihokê, Cemal Sedo, ji Kurdistan24ê re ragihand, wan li ser bûyerê lêpirsîn daye destpêkirin.

Cemal Sedo got: “Polîs çûne cihê bûyerê û keleşên her sê pezkûviyan hatine dîtin. Me hin gumanlêkirî destnîşan kirine û lêkolînên me ji bo eşkerekirina tawanbaran berdewam dikin. Em soz didin ku her kesê destê wî di vê kuştinê de hebe, dê were girtin û radestî dadgehê were kirin, da ku li gorî yasayê were sizadan.”

Li gorî amarên fermî, di sala borî de 18 kes bi tohmeta nêçîra neyasayî û gihandina ziyanê bi jîngehê, hatine destgîrkirin.

Rêxistinên Civaka Sivîl: Divê hişyariya civakî zêde bibe

Ji aliyê xwe ve, rêxistinên civaka sivîl ên taybet bi parastina ajalan, daxwaz dikin ku ji bilî tedbîrên yasayî, hişyariya civakî jî were zêdekirin. Serokê Rêxistina Kurdistanê ya ji bo Parastina Ajalan, Silêman Temer, diyar kir, biryarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê yên ji bo parastina jîngehê hene, lê pêwîstî bi cîbicîkirineke tundtir heye.

Temer got: "Divê tedbîrên tund li dijî van kiryaran werin girtin û sizayên giran li tawanbaran werin birîn. Her wiha pêwîst e bi rêya mamosteyên ayînî, rewşenbîr û medyayê, hişyariyeke berfireh di nava civakê de li ser girîngiya parastina jîngeh û ajalan were belavkirin."

Hikûmeta Herêma Kurdistanê di sala 2013an de biryara qedexekirina nêçîrê û bazirganiya bi ajalan derxistibû, da ku rê li ber nemana cureyên kêmpeyda yên ajalan bigire.

 
 

 

Fly Erbil Advertisment