Saman Sîweylî: Dema werzê nû yê xwendinê hîn nehatiye diyarkirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Berdevkê Wezareta Perwerdeyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku, heta niha zêdetirî 7 hezar mamostatan li Herêma Kurdistanê xanenişîn bûne. Amaje jî da ku, perwerdeyên bajarkan mîlakê mamostayên xwe rêk xistiye.
Berdevkê Wezareta Perwerdeyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Saman Sîweylî îro (Pêncşem, 14ê Tebaxa 2025ê) ji Kurdistan24ê re ragihand, “Heta niha, heft hezar û 500 mamosta li Herêma Kurdistanê xanenişîn bûne û heta dawiya vê salê hejmara wan dê bigihîje 11 hezar mamostayan.”
Saman Sîweylî herwesa got, “Perwerdeyên bajarkan mîlakê mamostayên xwe rêk xistiye û ji ber xanenişînbûna mamostayan çi pirsgirêkên kêmbûna mîlakî çê nabin. Heke valahiyek çê bibe, em dê nivîsareke fermî ji Encûmena Wezîran re bişînin da ku pirsgirêka kêmbûna mamostayan ji me re çareser bike.”
Navbirî di derheqa destpêkirina sala nû ya xwendinê de amaje da, “Dema destpêkirina werzê nû yê xwendinê hîn nehatiye destnîşankirin. Di dawiya meha Tebaxê de, di civîna encûmena wezaretê de salnameya xwandinê tê pejirandin, biryara destpêka dewamê li dibistanan tê dan û dema destpêkirina karê mamostayan tê diyarkirin.”
Berdevkê Wezareta Perwerdeyê tekez jî kir ku, wan di derheqa destpêkirina werzê nû yê xwendinê de ti daxuyaniyek nedaye.