Asayîşa Hewlêrê jinek bi tometa bikaranîna xirab a amûrên peywendiyê girt

Navenda Nûçeyan (K24) - Rêveberiya Asayîşa Hewlêrê ragihand ku, wan jinek ji ber belavkirina vîdyoyekê li ser torên civakî girtiye, ku ew vîdyo ji bo reklamkirina benzînxaneyekê li Hewlêrê belav kiribû û bûbû sedema nerazîbûna welatiyan û raya giştî.

Rêveberiya Asayîşa Hewlêrê îro (Pêncşem, 14ê Tebaxa 2025ê) di daxuyaniyekê de ragihand, “Bi fermana Dadwerê Lêkolînê yê Asayîşê, bi hevahengiya Qayimqamiya Qezaya Navendî ya Hewlêrê, me jinek bi navê (S. D. M.)li gorî madeya duyê ya Qanûna Hejmar 6 a sala 2008ê ya bikaranîna xirab a amûrên peywendiyê girt.

Wê rêveberiyê amaje jî da, “Wê jina tometbar vîdyoyek li ser torên civakî ji bo reklamkirina benzînxaneyekê li Hewlêrê belav kiribû, ku bû sedema nerazîbûna welatiyan û raya giştî.”

Asayîşa Hewlêrê eşkere jî kir ku, li dijî wê benzînxaneyê jî rêkarên qanûnî hatine wergirtin û ew benzînxane hatiye daxistin.

 
Fly Erbil Advertisment