Cih û demên Festîvala Berwarî Bala ya Berhemên Xwemalî hatine guhertin

Navenda Nûçeyan (K24) – Biryar e gera sêyê ya Festîvala Berwarî Bala ya Berhemên Xwemalî ji 15ê heta 25ê Cotmehê bê lidarxistin. Ji bilî nîşandana berhemên cotkaran, çalakiyên hunerî jî dê di çarçoveya vê festîvalê de bên lidarxistin.

Berdevkê Festîvala Berwarî Bala ya Berhemên Xwemalî Fehmî Balayî ji Kurdistan24ê re ragihand, "Hemî amadekarî ji bo gera sêyê ya Festîvala Berwarî Bala hatine kirin û çend guhertin jî hatine kirin; cihê lidarxistinê ji gundê Birîfka bo Deşta Dêriyê li nahiyeya Kanîmasê hatiye guhertin û li şûna sê rojan jî îsal festîval dê pênc rojan bidome.”

Fehmî Balayî herwesa got, “Festîvala îsal dê ji her du salên borî cuda be, ji ber ku 200 çadir hatine danîn da ku berhemên xwemalî bên nîşandan. Herwesa ji bilî nîşandana berhemên xwemalî yên hemî deverên Kurdistanê, berhemên çend welatên din jî dê bên nîşandan û welatî dikarin ji bo dema pênc rojan serdana vê festîvalê bikin.”

Navbirî herwesa eşkere jî kir ku, îsal dê qadeke mezin ji bo rawestandina timbêlan bê çêkirin û zêdetirî 100 hezar welatiyan dê bikarin di yek demê de serdana cihê festîvalê bikin.

Berdevkê Festîvala Berwarî Bala ya Berhemên Xwemalî amaje jî da, "Lidarxistina vê festîvalê di çarçoveya bizavên kabîneya nehê de yên nasandina berhemên cotkarên devera me û deverên din ên Herêma Kurdistanê û berbazarkirina wan li hundir û hinardekirina wan ji bo derveyî welatî de ye."

Ji bilî nîşandana berhemên cotkaran, çalakiyeke hunerî jî dê bi tevlîbûna hunermendên navdar di çarçoveya wê festîvalê de bê lidarxistin.

Fly Erbil Advertisment