Serokwezîrê Iraqê: PDKê di têkoşîna li dijî dîktatoriyê de roleke sereke lîstiye

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî bi boneya 79emîn salvegera damezrandina Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), peyameke pîrozbahiyê arasteyî Serok Mesûd Barzanî kir. Di peyamê de, Sûdanî rola dîrokî ya PDKê di têkoşîna li dijî dîktatoriyê û avakirina Iraqa nû de bilind nirxand.

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî îro 16ê Tebaxê, bi boneya 79emîn salvegera damezrandina PDKê, peyameke pîrozbahiyê arasteyî Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê Mesûd Barzanî kir.

Di peyamê de, Serokwezîr Sûdanî têkoşîna Partiya Demokrat a Kurdistanê û rola wê ya serekî, ligel hêz û partiyên din ên niştimanî, di berxwedana li dijî dîktatoriyê û beşdariya di avakirina Iraqa nû ya demokratîk de, bilind nirxand.

Sûdanî herwiha tekezî li ser girîngiya berdewamkirina hewldanan kir ji bo parastina wan destkeftiyên ku ji bo hemû pêkhateyên gelê me yê hêja hatine bidestxistin.

 
 
Fly Erbil Advertisment