Pêleke Xwelîbaranê Herêma Kurdistanê girtiye ber xwe: Bandora zêde li Germiyanê ye
Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Giştî ya Keşnasî û Erdhejzaniyê ya Herêma Kurdistanê ragihand, pêleke xwelîbaranê ya ji Iraqê dest pê kiriye, gihîştiye Herêma Kurdistanê û bûye sedema kêmbûna dûrahiya dîtinê. Tê pêşbînîkirin, bandora vê pêlê herî zêde li ser îdareya Germiyanê be.
Li gorî daxuyaniya ku Rêveberiyê îro 17ê Tebaxê belav kiriye, ev du roj in pêleke xwelîbaranê navçeyên Iraqê girtine ber xwe û niha bandora wê gihîştiye Herêma Kurdistanê. Ji ber vê yekê, dûrahiya dîtinê li herêmê di navbera 5 heta 8 kîlometreyan de kêm bûye.
Keşnasî pêşbînî dike ku îro û sibe dê esmanê Herêmê sayî û bi toz be. Herwiha hat diyarkirin ku bandora xwelîbaranê dê li gorî navçeyan û demê biguhere; carnan dê kêm bibe û carnan jî dê zêde bibe.
Li gorî zanyariyan, dê îdareya Germiyanê herî zêde di bin bandora vê pêlê de be, lê parêzgeha Dihokê û îdareya Zaxoyê dê herî kêm bandor bibin.
Di heman demê de, Desteya Keşnasiyê ya Iraqê jî hişyarî li ser hebûna pêleke xwelîbaranê û bilindbûna pileya germayê li navçeyê daye.
Pileyên germayê yên pêşbînîkirî ji bo bajaran ev in:
- Hewlêr: 42
- Silêmanî: 40
- Dihok: 41
- Kerkûk: 44
- Germiyan: 44
- Zaxo: 42
- Helebce: 42
- Soran: 40
- Hacî Omeran: 31