Endamekî berê yê Parlamentoya Ewropayê: Trump piştgiriyê dide Kurdan

Navenda Nûçeyan (K24) - Endamekî berê yê Parlamentoya Ewropayê ragihand, “Serok Trump li Rojhilata Navîn piştgiriyê dide Kurdan.” Herwesa got, “Têkiliyên di navbera Kurdan û Amerîkayê de pir baş in.”
Endamê berê yê Parlamentoya Ewropayê Rob Ross îro (Duşem, 18ê Tebaxa 2025ê) ragihand, “Têkiliyên di navbera Kurdan û Amrîkayê de pir baş in. Kurd her tim hevalbendên bihêz ên Amerîkayê bûne.”
Endamê berê yê Parlamentoya Ewropayê amaje jî da, “Min her tim gotiye ku Kurd gelekî wêrek e û ji bo azadî û mafên xwe şer kiriye.”
Rob Ross eşkere jî kir, “Ez difikirim ku Serok Trump jî piştgiriyê dide Kurdan, ji ber têkiliyên baş ên di navbera Kurdan û Amerîkayê de. Ez difikirim ku Serok Trump li Rojhilata Navîn piştgiriyê dide Kurdan.”