Balyozxaneya Amerîkayê ronkirinek li ser bidawîhatina erkê hêzên Hevpeymanan parve kir

Navenda Nûçeyan (K24) - Balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê ragihand ku, erkê Hevpeymaniya Navneteweyî li Iraqê tê guhertin. Tekez jî kir ku, ew dê şerê li dijî DAIŞê bidomînin.

Balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê îro (Duşem, 18ê Tebaxa 2025ê) ragihandinek li ser bidawîhatina erkê Hevpeymaniya Navneteweyî ya li dijî DAIŞê li Iraqê parve kir.

Balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê di wê daxuyaniyê de got, "Erkê Hevpeymaniya Navneteweyî li Iraqê ji bo hevpariyeke ewlehiyê ya dualî ya kevneşopîtir tê guhertin."

Balyozxaneya navbirî tekez jî kir, "Ev ne dawiya xebata Hevpeymaniya Navneteweyî ye ji bo şkandina DAIŞê, lê bizavên wê yên sivîl bi serokatiyeke sivîl dê li ser asta cîhanê berdewam bin."

Balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê amaje jî da, "Hûrguliyên girêdayî plan û operasyonên me yên leşkerî dê ji Wezareta Bergiriyê ya Amerîkayê re bên şandin."

 
Fly Erbil Advertisment