Projeyeke stratejîk a avê li Silêmaniyê tê bicihanîn

Silêmanî
Silêmanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Rêveberê Giştî yê Av û Avrêyan li Herêma Kurdistanê ragihand ku, Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser terxankirina nêzîkî 300 milyon dînaran ji bo bicihanîna projeyeke avê ya stratejîk li bajarê Silêmaniyê razî bûye, ku ew proje dişibihe projeya avê ya Hewlêrê û dê di demeke nêzîk de kar li ser wê bê kirin.

Rêveberê Giştî yê Av û Avrêyan li Herêma Kurdistanê Arî Ehmed îro (Duşem, 18ê Tebaxa 2025ê) ji Kurdistan24ê re ragihand ku, projeyeke wekî Projeya Hawarhatinê ya Lezgîn a Avê ya Hewlêrê bi navê 'Xeta Dukan-Silêmanî' li Silêmaniyê tê bicihanîn.

Arî Ehmed amaje jî da, “Budceya wê projeyê 293 milyon dînar in û dê bikare di seetekê de 20 hezar metrên sêcarkî yên avê ji wî bajarî re peyda bike.” Li gorî gotina Arî Ehmed, ji bo vê projeyê erêkirin hatiye wergirtin û biryar e ku di demeke nêzîk de bê bicihanîn.

Armanca sereke ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ew e ku bi rêya projeyên stratejîk pirsgirêka avê ji bo welatiyan çareser bike. Arî Ehmed ron jî kir, "Em dixwazin pirsgirêka avê li Silêmaniyê jî wekî li Hewlêrê çareser bikin."

Rêveberê Giştî yê Av û Avrêyan li Herêma Kurdistanê tekez jî kir, “Kar ji bo wê yekê tê kirin ku di çend salên bê de bi rêya projeyên stratejîk rêjeya dabînkirina avê bigihîje 80%. Ev jî bi merema guhertina çavkaniyên avê ji ava binerd bo ava sererd, ku dê ji bo nifşên paşerojê bibe alîkar ku çavkaniyên binerd bên parastin.

Kabîneya Nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dest bi bicihanîna çend projeyên din ên stratejîk ên avê kiriye, wekî projeyên avê yên Hewler, Çemçemal, Barzan, Akrê, Berdereş û Derbendîxanê. Ev pêngav pareke planeke tevgir in ji bo kêmkirina bandorên guherîna keşûhewayê û parastina ewlehiya avê li Herêma Kurdistanê.

 
Fly Erbil Advertisment