Projeya geştiyariyê ya Rûpesendê li Soranê hat vekirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Rêveberê Giştî yê Veberhênanê yê Soranê ragihand ku, projeya geştiyariyê ya Rûpesendê li Rêveberiya Serbixwe ya Soranê hatiye vekirin, ku li ser Çemê Cundiyanê ye û 90% ya rûberê wê keskatî ye.
Rêveberê Giştî yê Veberhênanê yê Soranê Dilovan Omer îro (Duşem, 18ê Tebaxa 2025ê) taybet ji malpera Kurdistan24ê re ragihand, “Komelgeha Geştiyariyê ya Rûpesendê projeyeke geştiyariyê ye, ku li ser rêya Soran-Cundiyanê ye û ji 35 yekîneyên geştyariyê yên motelan bi rûberên cuda cuda, 10 navendên firotinê û neh kepirên rûniştinê pêk tê.
Rêveberê Giştî yê Veberhênanê yê Soranê herwesa got, “Geştiyar dikarin bê pere serdana vê projeyê bikin, lê dibe ku di paşerojê de biryareke nû di vî warî de bê dan.”
Dilovan Omer amaje jî da, “Di vê projeyê de xwaringeh, supermarket, navenda werzîşê, avahiyeke sêqatî, cihê lîstikên zarokan, baxçe û deverên kesk, yekîneyên çareserkirina avrêyan, cihên xizmetkariyan û parkên modern hatine çêkirin.”
Rêveberê Giştî yê Veberhênanê yê Soranê eşkere jî kir, “90% ya vê projeyê keskatî ye û kalitiyeka jîngehparêziyê ya bilind li ber çav hatiye wergirtin.”