Parlamenterê DEVAyê: Şewitandina Torosê hewldanek ji bo têkdana aştiyê ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Derbarê şewitandina otomobîlekê ji cureya Toros a spî li ber parlamentoya Tirkiyeyê, Parlamenterê Partiya Demokrasî û Pêşveçûnê (DEVA) yê Enqerê Îdrîs Şahîn ji K24ê re ragihand, "Torosên Spî bîranînên biêş ên salên 90î tînin bîra me, lê divê em ji bîr nekin ku îro Vîtoyên Reş cihê wan girtine."

Berî civîna komîsyonê, li Enqereyê li ber deriyê Parlamentoya Tirkiyeyê Toroseke spî hat şewitandin. Di salên 1990î de, bi hezaran Kurd di bûyerên ku wekî “kuştinên kujernediyar” tên binavkirin de hatin kuştin. Otomobîlên ji markaya Toros a spî jî wekî sembola sereke ya van tawanan û tirs û xofa wê serdemê tên dîtin.

Îdrîs Şahîn diyar kir, anîna rojevê ya van sembolan di demekê de ku behsa çareseriyê tê kirin, hewldaneke ji bo têkbirina pêvajoyê ye û got: "Sembola salên 90î, Torosa Spî bû. Heger îro rûbirûbûneke rasteqîn pêwîst be, divê Vîtoyek li ber meclisê bê şewitandin."

Parlamenterê DEVAyê destnîşan kir, divê Tirkiye careke din venegere wan rojên biêş û wiha domand: “Di civakeke demokratîk de divê çek bên bêdengkirin. Di demekê de ku em behsa aştiyê dikin, anîna bîranînên xirab ên rabirdûyê bo rojevê, bi serê xwe çalakiyeke ji bo têkdana pêvajoyê ye.”

Şahîn bang kir jî, divê bilez bê eşkerekirin ka kî li pişt vê çalakiya tevliheviyê ye û wiha axivî: “Divê dewlet bi awayekî zelal eşkere bike ka kî li pişt vê çalakiyê ye û wan derxe pêşberî dadgehê. Ev welat êdî aştî, aramî, wekhevî û biratiyê dixwaze. Divê em li ser van mijaran biaxivin. Divê kiryarên xirab ên îro û bîranînên biêş ên duh, demildest bidawî bibin.”