Encûmena Wezîrên Iraqê biryara xerckirina mûçeyên meha Hezîranê da

Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Wezîran a Iraqê biryar da ku mûçeyên meha Hezîranê yên fermanberên Herêma Kurdistanê bişîne. 

Li gorî Pêyamnêrê K24ê li Bexdayê, biryara şandina mûçeyê îro Sêşemê, 18ê Tebaxa 2025an, di civîna Encûmena Wezîran de hatiye dayîn. Da zanîn jî, ev biryar bi merc e.

Ev pêngav di demekê de hat avêtin ku şandeke payebilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bexdayê ye û bi serokê komîteya ku ji aliyê Serokwezîrê Iraqê ve hatiye avakirin re di civînê de bû.

Şanda Hikûmeta Herêmê di danûstandinan de tekezî li ser wê yekê kiribû ku pêwîst e biryara şandina mûçeyê meha Hezîranê yê fermanberan demildest were dayîn.

Mercên Bexdayê ji bo şandina mûçeyê

Li gorî zanyariyên ku Pêyamnêrê Kurdistan24ê bidest xistine, mercên ku hikûmeta Iraqê danîne ev in:

1.    Divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, kompaniyên petrolê pabendî wê yekê bike ku petrolê berhem bînin û radestî Saziya Petrola Iraqê (SOMO) bikin.

2.    Divê şanda Herêmê û komîteya wezarî ya Bexdayê li ser dahatên nepetrolî lihev bikin.

3.    Divê 120 milyar dînar (dahatên navxweyî) radestî hikûmeta federal bê kirin.

Tirkiye daxwaza girêdana boriya petrola Kerkûkê dike

Di heman demê de, hat zanîn ku Tirkiyeyê daxwaz kiriye ku boriya petrolê ya Kompanyaya Petrola Bakur, ku zeviyên petrolê yên Kerkûk û derdora wê vedigire, bi boriya petrolê ya Herêma Kurdistanê ve were girêdan. Armanc ew e ku hinardekirina rojane bigihîje yek milyon bermîl petrol.

 
 
 
 
 
Fly Erbil Advertisment