Encûmena Wezîran a Iraqê: Mûçeyên meha Hezîranê yên Herêmê dê bê şandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Wezîran a Iraqê di civîna xwe ya asayî de bi serokatiya Serokwezîr Mihemed Şiya Sûdanî, biryar da ku mûçeyên meha Hezîranê yên fermanber û mûçexwarên Herêma Kurdistanê bişîne. 

Encûmena Wezîran a Iraqê îro 19ê Tebaxê civîna xwe ya 33emîn a asayî lidar xist. Di civînê de, pirsa mûçeyên mûçexwarên Herêma Kurdistanê hat gotûbêjkirin û biryara şandina mûçeyên meha Hezîranê hat dayîn.

Li gorî daxuyaniya Encûmena Wezîran, ev biryar li ser bingeha daneyên komîteya ku di civîna hejmar 27an a encûmenê de di 8ê Tîrmehê de li ser raspardeya Sûdanî hatibû avakirin û taybet bû bi çareserkirina pirsa mûçeyan, hatiye wergirtin.

Encûmena Wezîran di daxuyaniya xwe de herwiha amaje bi wê yekê kir, pêwîst e komîteyên Hewlêr û Bexdayê di karên xwe de berdewam bin û ji bo hefteya bê jî raporekê li ser mijarên pêwendîdar ên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqê de amade bikin.

 
Fly Erbil Advertisment