SANA: Şeybanî li Parîsê bi şandeke Îsraîlî re li ser kêmkirina aloziyan rageşiyê civiya

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Sûriyeyê, Es’ed Şeybanî li Parîsê, bi şandeyeke Îsraîlî re civiya ye. Li gorî zanyariyan, civîn bi navbeynkariya Amerîkayê pêk hatiye û tê de hejmarek mijarên girêdayî kêmkirina aloziyan û bihêzkirina aramiyê li herêmê hatine gotûbêjkirin.

Mijarên Sereke yên Civînê

Ajansa Nûçeyan a Sûriyeyê ya Fermî (SANA), da zanîn ku nîqaşên di civînê de li ser van xalên jêrîn bûn:

- Rawestandina destwerdana di karûbarên navxweyî yên Sûriyeyê de.

- Bihêzkirina seqamgiriyê li başûrê Sûriyeyê.

- Çavdêrîkirina agirbesta li parêzgeha Siweydayê.

- Ji nû ve aktîvkirina "Peymana Veqetandina Hêzan a sala 1974'an", ku rawestandina şer di navbera Sûriye û Îsraîlê de û çavdêriya hêzeke Neteweyên Yekbûyî li ser herêma bêçek dihewîne.

Berdewamiya Hevdîtinên Berê

Ev hevdîtin weke berdewamiya civîneke bi heman rengî tê dîtin ku di dawiya meha Tîrmehê de li Parîsê di navbera Wezîr Şeybanî û Wezîrê Karên Stratejîk ê Îsraîlê Ron Dermer de pêk hatibû. Di heman demê de, hin çavkaniyên dîplomatîk behsa hevdîtinên din ên rasterast dikin ku di navbera herdu aliyan de li paytexta Azerbaycanê, Bakûyê, hatine lidarxistin.

Di Sîbera Pevçûnên Siweydayê de

Ev pêşketinên nû di demekê de tên ku di nîvê Tîrmeha borî de li parêzgeha Siweydayê, ku piraniya xelkê wê ji pêkhateya Durzî ne, tundûtûjiyên giran rû dabûn. Li gorî Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan, di encama wan pevçûnan de zêdetirî 1600 kes hatibûn kuştin, ku piraniya wan ji civaka Durzî bûn.

Pevçûn di destpêkê de di navbera çekdarên herêmî û hin komên Bedo de derketibûn, lê piştre hêzên hikûmeta Sûriyeyê destêwerdan kir û şer berfirehtir bû. Li dû van bûyeran, Îsraîlê jî çend êrîş li nêzîkî Koşka Serokatiyê û navenda sererkaniyê li Şamê pêk anîbûn.

Washingtonê jî di 18-19'ê Tîrmehê de, agirbestek di navbera Sûriye û Îsraîlê de ragihandibû.

 
 
Fly Erbil Advertisment