Li Amêdiyê çend projeyên xizmetguzariyê tên cîbicîkirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Qaymeqamê Amêdiyê Warşîn Selam ragihand, projeyeke mezin a xizmetguzariyê bi nirxê 24 milyar dînaran li devera Geliyê Balinde heta gundê Sîdayê hatiye destpêkirin. Ev proje di demekê de tê cîbicîkirin ku ji ber rewşa ne aram a ewlehiyê, hejmareke mezin a xelkê herêmê hîna venegeriyane ser mal û milkên xwe.
Qaymeqamê Amêdiyê Warşîn Selam, îro 20ê Tebaxê ji K24ê re got, proje ji du beşên serekî pêk tê; dabînkirina elektrîka niştimanî ji bo herêmê û çêkirina rêyeke 14 kîlometreyî. Herwiha da zanîn jî, nêzîkî ji sedî 90ê karên rêyê temam bûne û tê pêşbînîkirin ku di nava vê mehê de bi temamî bidawî bibe.
Derbarê rewşa ewlehiyê û vegera xelkê de, Qaymeqamê Amêdiyê got: "Piraniya gundên ku vala ne, xelkê wan hîna venegeriyane, ji ber ku ewlehî li wan deveran sedî sed pêk nehatiye."
Tevî ku wî amaje bi vegera xelkê ji bo hin gundên nahiyeyên Mangêşkê û Bamernê kir, lê wî eşkere kir ku ev yek beriya destpêkirina pêvajoya aştiyê bûye û rewşê guherîneke berçav bi xwe ve nedîtiye.
Warşîn Selam tekezî kir, vegera xelkê bi awayekî serekî bi piştrastbûna ji ewlehiya canê wan ve girêdayî ye û got: "Xelk daxwaza vegerê dike, lê ji ewlehiya canê xwe, ne piştrast in, ji ber ku rewş hîna ne zelal e û guman li ser heye."
Herwiha da zanîn, ji ber şerê berdewam ê di navbera PKKê û artêşa Tirkiyeyê de li herêmê, zêdetirî 200 gund li sinorê qezaya Amêdiyê vala bûne.