Berdevkê Hikûmetê ji Helebceyê: Hikûmet bi her awayî piştgiriyê dide Helebceyê

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî şewata mezin a ku li parêzgeha Helebceyê derket û bû sedema jidestdana canê du kesan, îro Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê wek nûnerê Serokwezîr serdana parêzgehê kir û sersaxî û piştgiriya hikûmetê ji bo xelkê herêmê ragihand.
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramanî bi nûneratiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 20ê Tebaxê serdana parêzgeha Helebceyê kir. Di konferanseke rojnamevanî de, Hewramanî got: "Em îro hatine Helebceyê da ku peyama hevxemî û sersaxiyê ya Serokwezîr Mesrûr Barzanî bigihînin malbatên herdu şehîdên şewata Helebceyê."
Hewramanî destnîşan kir, Serokwezîr û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji destpêka bûyerê ve li ser xetê bûne û Wezîrê Navxwe jî bi berdewamî bi Parêzgara Helebceyê re di nava pêwendiyê de bûye, da ku hemû pêdiviyên ji bo kontrolkirina agir bên dabînkirin.
Derbarê xwebexşê ku di bûyerê de şehîd bû, Hewramanî got, Wezîrê Navxwe bi nexweşxaneyê re axiviye da ku mafên wî bên dabînkirin û ev yek dê ji aliyê hikûmetê ve were cîbicîkirin.
Berdevkê Hikûmetê herwiha pesnê hevgirtina xelkê Helebceyê da û got: "Me dît ku tevahiya xelkê Helebceyê, jin, mêr, zarok û kal, li gel dezgehên fermî yên hikûmetê, bi yek deng û yek dest bûn alîkar ji bo vemirandina agir."
Parêzgara Helebceyê: Ji bo qerebûkirinê em ê komîteyekê ava bikin
Ji aliyê xwe ve, Parêzgara Helebceyê Nuxşe Nasih di konferansa rojnamevanî de ragihand, piştî sê rojan bi hevkariya tîmên agirkujiyê, berevaniya sivîl û welatiyên xwebexş, agir hatiye kontrolkirin. Lê li gorî texmînên destpêkê, zêdeyî pênc hezar donim erd şewitîne.
Nasih bal kişand ser kêmasiya amûran û got: "Li herêma me amûrên pêwîst ji bo rûbirûbûna bûyerên wiha nînin. Me daxwaza 49 cor amûrên cuda ji Encûmena Wezîran kiriye û razîbûn hatiye nîşandan. Niha divê Wezareta Darayî bi lezgînî biryarê cîbicî bike."
Derbarê sedema şewatê de, parêzgar da zanîn ku ji aliyê polîs û berevaniya sivîl ve lêkolîn hatiye destpêkirin û eger bi qestî hatibe kirin, dê rêkarên yasayî bên girtin.
Nuxşe Nasih soz da ku dê komîteyek ji bo tespîtkirina ziyanê were avakirin û bi awayekî fermî daxwaz ji Encûmena Wezîran were kirin, da ku hemû kesên ziyan dîtine bên qerebûkirin.
Şeva 17 Tebaxê, li zevî û çîmenên gundên Çinar û Mordin ên ser bi Helebceyê ve agir derketibû. Di encamê de, ciwanekî 28 salî yê xwebexş bi navê Arî Muxtar û polîsekî canê xwe jidest dan û du kesên din jî birîndar bûn.