Li Kamyaranê demsala çinîna bacanên sor e: Derfeta kar ji bo 30 hezar kesî vebûye
Navenda Nûçeyan (K24) – Li Rojhilatê Kurdistanê demsala çinîna bacanên sor (firingî) dest pê kir û bi vê yekê re ji bo nêzîkî 30 hezar kesan derfeta kar a demkî hatiye afirandin. Cotkarên herêmê îsal bi bikaranîna rêbazên nûjen hêvîdar in ku berhemeke bi kalîte û zêde bi dest bixin.
Li bajarê Kamyaranê yê ser bi parêzgeha Sineyê ve, cotkar bi kelecaneke mezin dest bi berhevkirina bacanan kirine. Îsal, bi saya bikaranîna rêbazên pêşketî yên wekî avdana dilopî û rêbazên biyolojîk ji bo têkoşîna li dijî afatên çandiniyê li şûna dermanên kîmyewî, tê payîn ku berhem hem ji aliyê hejmarê ve hem jî ji aliyê kalîteyê ve baştir be.
Erdîşêr Mînberî, yek ji cotkarên herêmê, diyar kir ku ew her sal di navbera 10 û 15 hektar erd de bacanan diçîne û îsal jî heşt hektar çandiye. Li gorî texmînên wî, ji her hektarekî di navbera 100 û 150 ton bacanên ji bo pîşesaziyê û 100 heta 120 ton bacanên teze ji bo bazarê dê werin berhevkirin.
Li gorî amarên fermî, îsal li bajarê Kamyaranê li ser 1200 hektar erd bacan hatine çandin û tê pêşbînîkirin ku zêdeyî 100 hezar ton berhem jê were bidestxistin. Bi vê yekê, Kamyaran nêzîkî nîvê tevahiya berhema bacanên sor a parêzgeha Sineyê dabîn dike. Kemal Rustemî, Rêveberê Çandiniyê yê Kamyaranê, ragihand, navîneya berhemanînê ji her hektarekî nêzîkî 80 ton e.
Demsala çinîna bacanên sor, ku ji nîvê havînê dest pê dike û nêzîkî mehekê didome, tenê li Kamyaranê derfeta kar ji bo nêzîkî pênc hezar kesan peyda kiriye. Li seranserê Rojhilatê Kurdistanê, nêzîkî 30 hezar kes di vê demsalê de dixebitin.
Bahare Zeynulabidînî, yek ji karkeran, dibêje ku ew debara malbata xwe dike û di vê demsalê de ligel zarokên xwe yên xwendekar dixebite, da ku pêdiviyên jiyana xwe dabîn bike.
Tê pêşbînîkirin ku îsal li parêzgehên Urmiye, Sine û Kirmaşanê, zêdeyî 600 hezar ton bacanên sor werin berhevkirin. Beşek ji vî berhemî ji bo dabînkirina pêdiviyên navxweyî tê bikaranîn û beşek jî tê hinardekirin.