Agirê Helebceyê li dû xwe karesat hişt: 2 şehîd û 5 hezar donim bûn xwelî

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî şewata mezin a ku sê rojan li parêzgeha Helebceyê berdewam kir û bû sedema karesateke jîngehî û mirovî, agir hat kontrolkirin. Lê belê, şewatê li dû xwe çîrokên lehengî û êşeke kûr hişt. Di vê bûyera xemgîn de, xortekî xwebexş û polîsekî jîngehparêz canê xwe jidest dan, nêzîkî pênc hezar donim zevî û çîmen şewitîn û ziyaneke mezin gihîşt şeş gundan.

Piştî sê rojan ji hewldanên bêwestan, agir hat kontrolkirin, lê tîmên agirkujiyê hîna jî li herêmê ne da ku çavdêriyê bikin û rê li ber dubarebûna şewatê bigirin.

Du qehremanan canê xwe feda kirin

Yek ji qurbaniyên şewatê, xortê xwebexş Arî Muxtar bû. Bavê wî, Muxtar Cemal, bi serbilindî behsa kurê xwe kir û ji K24 re got: "Kurê min got, 'Ez wek xwebexş diçim. Tu şîretan li min bikî an nekî, ez şanaziyê dikim ku di vê rêyê de canê xwe feda bikim'." 

Herwiha Muxtar Cemal got: "Dema ez niha difikirim, kurê min li ser rêyeke xerab neçûye û kes nekuştiye, dilê min rehet dibe."

Qurbaniyê duyemîn, Mihemed Şêxî, polîsekî daristanê û jîngehparêz bû ku di dema hewldana vemirandina agir de, agir li dora wî pêçiya û wek "şehîdê parastina jîngehê" jiyana xwe ji dest da.

Pisxalê wî Îrfan Xefûr, dibêje: "Vî xortî dema ku xebera agir bihîst, aramî jê rabû, mîna ku agir li mala wî bi xwe ketibe. Ew ber bi vemirandina agir ve çû. Şehîdbûna wî jî îsbat dike ku ew çiqas dilsoz û wefadarê ax, jîngeh, av û hewaya vî welatî bû."

Ev bûyera ku tevahiya Kurdistanê hejand, hikûmet jî xist nav liv û tevgerê. Şandeyek bi nûneratiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî serdana Helebceyê kir û beşdarî sersaxiya herdu şehîdan bû.

"Hikûmet bi her awayî piştgiriyê dide Helebceyê"

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramanî ku serokatiya şandeyê dikir, duh 20ê Tebaxa 2025an, di konferanseke rojnamevanî de got: "Em hatine Helebceyê da ku peyama hevxemî û sersaxiyê ya Serokwezîr Mesrûr Barzanî bigihînin malbatên herdu şehîdan."

Hewramanî tekez kir ku Serokwezîr ji ber bûyerê "gelek xemgîn û dilgiran" bûye û wiha axivî: "Ji ber wê yekê em bi nûneratiya wî hatin vir da ku ji nêz ve sersaxiyê li malbatên hêja yên herdu şehîdan bikin. Ew kurên me ne, zarokên me ne û em jî birayên wan in."

Hewramanî destnîşan kir, Serokwezîr û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji destpêka bûyerê ve li ser xetê bûne û Wezîrê Navxwe jî bi berdewamî bi Parêzgara Helebceyê re di nava pêwendiyê de bûye, da ku hemû pêdiviyên ji bo kontrolkirina agir bên dabînkirin. 

Derbarê xwebexşê ku di bûyerê de şehîd bû, Hewramanî got, Wezîrê Navxwe bi nexweşxaneyê re axiviye da ku mafên wî bên dabînkirin û ev yek dê ji aliyê hikûmetê ve were cîbicîkirin.

Berdevkê Hikûmetê herwiha pesnê hevgirtina xelkê Helebceyê da û got: "Me dît ku tevahiya xelkê Helebceyê, jin, mêr, zarok û kal, li gel dezgehên fermî yên hikûmetê, bi yek deng û yek dest bûn alîkar ji bo vemirandina agir."

Parêzgara Helebceyê: Ji bo qerebûkirinê em ê komîteyekê ava bikin

Ji aliyê xwe ve, Parêzgara Helebceyê Nuxşe Nasih di konferansa rojnamevanî de ragihand, piştî sê rojan bi hevkariya tîmên agirkujiyê, berevaniya sivîl û welatiyên xwebexş, agir hatiye kontrolkirin. Lê li gorî texmînên destpêkê, zêdeyî pênc hezar donim erd şewitîne.

Nasih bal kişand ser kêmasiya amûran û got: "Li herêma me amûrên pêwîst ji bo rûbirûbûna bûyerên wiha nînin. Me daxwaza 49 cor amûrên cuda ji Encûmena Wezîran kiriye û razîbûn hatiye nîşandan. Niha divê Wezareta Darayî bi lezgînî biryarê cîbicî bike."

Derbarê sedema şewatê de, parêzgar da zanîn ku ji aliyê polîs û berevaniya sivîl ve lêkolîn hatiye destpêkirin û eger bi qestî hatibe kirin, dê rêkarên yasayî bên girtin. 

Nuxşe Nasih soz da ku dê komîteyek ji bo tespîtkirina ziyanê were avakirin û bi awayekî fermî daxwaz ji Encûmena Wezîran were kirin, da ku hemû kesên ziyan dîtine bên qerebûkirin.

Şeva 17 Tebaxê, li zevî û çîmenên gundên Çinar û Mordin ên ser bi Helebceyê ve agir derketibû. Di encamê de, ciwanekî 28 salî yê xwebexş bi navê Arî Muxtar û polîsekî canê xwe jidest dan û du kesên din jî birîndar bûn.

 
 

 

Fly Erbil Advertisment