Piştî êrişên dronan, DNO li Kurdistanê dîsa dest bi berhemanîna petrolê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Kompanyaya Norwêcî ya petrol û gazê DNO ragihand, piştî rawestandina bi hefteyan, wan li zeviyên petrolê yên Herêma Kurdistanê ji nû ve dest bi berhemanînê kiriye. DNO plan dike ku asta berhemanînê di demeke nêz de vegere asta xwe ya beriya êrişan.
Kompanyaya DNO îro 21ê Tebaxa 2025an, di daxuyaniyekê de aşkere kir, ev pêngav piştî wê yekê tê ku karê wan ji ber çend êrişên bi dronan li ser zeviyên petrolê yên Tawke û Pêşxabûrê hatibû rawestandin.
Li gorî daxuyaniyê, berhemanîn di qonaxa testê de gihiştiye 55 hezar bermîlên petrolê di rojekê de, ku nîvê wê ji zeviya Tawke û nîvê din jî ji Pêşxabûrê tê derxistin. Kompanyayê da zanîn ku tevî destpêkirina kar, hîn jî pêwîstî bi çend mehan ji bo sererastkirina ziyanên li zeviyan heye û fikarên ewlehiyê jî berdewam in.
Hate destnîşankirin ku plana sereke ya DNO ew e, asta berhemanînê vegerîne rewşa beriya êrişan, ku li her du zeviyan bi hev re rojane 100 hezar bermîl bû.
Ziyanên êrişan û metirsiya li ser veberhênanê
Êrişên dronan ên meha Tîrmeha borî zerareke mezin gihandibû karên kompanyayê. Li Pêşxabûrê, amûrên parzûnkirina petrolê hatibûn armanckirin û li Tawkeyê jî tankereke depokirina petrolê ziyan dîtibû. Her çend di êrişan de ti ziyanên canî çênebûn jî, metirsiya ewlehiyê ya li ser binesaziya enerjiyê ya Herêma Kurdistanê bi awayekî zelal derxist holê.
Ev êriş weke yek ji metirsîdartirîn êrişên li ser sektora enerjiyê ya Herêma Kurdistanê di salên dawî de tên dîtin û bûn sedema rawestandina karê çendîn kompanyayên biyanî.
Zeviyên Tawke û Pêşxabûrê weke stûnên sereke yên berhemanîna petrola Herêmê tên hejmartin. Ev êriş di demekê de pêk hatin ku hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bi rêya boriya Iraq-Tirkiyeyê ev nêzî sê sal in hatiye rawestandin, ku ev yek zexteke zêdetir li ser aboriya Herêmê çêdike.
Berpirsên navneteweyî û herêmî hişyariyê didin ku ev cure êriş ne tenê aramiya navxweyî, lê di heman demê de veberhênana biyanî ya li Herêma Kurdistanê jî dixin bin xeterê.