Hikûmeta Herêmê derbarê bûyerên Silêmaniyê de: Pêwîst e yasa li şûna biryara hizbî be

Navenda Nûçeyan (K24) – Nivîsgeha Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê bûyera Silêmaniyê de di daxuyaniyekê de ragihand: “Em gelek xemgîn in bi bûyerê, pêwîst e yasa bibe cîgirê biryara hizbî, herwiha êdî tundûtûjî, şer û aloî, aramiya Herêma Kurdistanê nexe metirsiyê.

Nivîsgeha Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro 22'ê Tebaxê di daxuyaniyekê de amaje bi wê yekê da, êrîşa şeva borî ya li ser Lalezarê ji aliyê hêzên YNK'ê ve hatiye encamdan, ku kêşeyek di navbera YNK'ê û Bereya Gel de bûye û Serokatiya Hikûmeta Herêmê heta kêliyên dawî yên dorpêçkirin û êrîşê haydar nebûye.

Nivîsgehê tekezî li ser wê yekê kir, ligel hewlên zêde yên Serokê Hikûmetê ji bo ku şer û pevçûn çênebe, lê belê mixabin êrîş hat encamdan û kuştî û birîndar jê çêbûn.

Di daxuyaniyê de ev yek jî hat destnîşankirin, em gelek nîgeran û xemgîn in bi vê bûyerê, niha jî pêwîst e yasa bibe cîgirê biryara hizbî.

Nivîsgeha Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, dubare kir, êdî tundûtûjî, şer û aloî, îstiqrara Herêma Kurdistanê nexe metirsiyê.

Derengiya şeva borî hêzeke mezin a YNKê ber bi cihê mana Lahûr Şêx Cengî, Serokê Bereya Gel ve hat livandin û derdora cihê wî hat girtin, herwiha ber destê sibê jî şer û pevçûn di navbera hêzên herdu aliyan de çêbû, piştî kuştina sê endamên hêzên Yekîtiyê û birîndarbûna 19 kesên din, Lahûr Şêx Cengî û Poladê birayê wî hatin girtin.