Kompaniya Hunt Oil li Herêma Kurdistanê dîsa dest bi kar kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Kompaniya Amerîkî ya petrolê "Hunt Oil", piştî rawestandina karên xwe ya nêzîkî mehekê ji ber êrişên dronan, ragihand ku wê careke din dest bi karên xwe yên li Herêma Kurdistanê kiriye.
Berdevkê kompanyayê îro 23ê Tebaxê ji ajansa "Reuters" re ragihand, tê payîn heta dawiya vê mehê berhemanîna petrolê li kêlgeha petrolê ya Baedrê ya li qezaya Şêxan a ser bi parêzgeha Dihokê ve, vegere rewşa xwe ya asayî.
Ev pêngava Hunt Oil, piştî daxuyaniyeke bi heman rengî ya kompaniya Norwêcî DNO tê, ku wê jî di van demên dawî de destpêkirina berhemanînê li Herêma Kurdistanê ragihandibû.
Êrişan hilberîn kêm kiribû
Berpirsên sektora enerjiyê meha borî ji "Reuters" re dabûn zanîn, êrişên dronan ên li ser kêlgehên petrolê bûne sedem ku berhemanîna petrolê ya Herêma Kurdistanê bi rêjeya 140 hezar heta 150 hezar bermîl di rojê de kêm bibe.
Li gorî agahiyên ji aliyên ewlehiyê, di meha Tîrmehê de, kêlgehên petrolê yên Herêma Kurdistanê zêdetirî 20 caran rastî êrişên dronan hatin. Ji ber van êrişan, ziyaneke madî gihîştibû kêlgeh û kompaniyan, û li hin cihan kar bi temamî hatibû rawestandin.