Kongresmenê Amerîkî: Girêbestên enerjiyê pêwendiyên Hewlêr û Washingtonê kûrtir dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Kongresmenê Amerîkî Scott Perry girêbestên nû yên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û du kompaniyên Amerîkî de hatine îmzekirin bilind nirxandin û tekezî li ser girîngiya pêwendiyên stratejîk ên di navbera Washington û Hewlêrê de kir û got, divê rêz li qurbanîdana Kurdistanê wekî hevpeymaneke girîng bê girtin.

"Divê rêz li qurbanîdana Kurdistanê bê girtin"

Scott Perry ji Nûnerê Kurdistan24ê li Washingtonê Rehîm Reşîdî re got, Kurd di gelek rewşên dijwar de hevkar û piştevanên Amerîkayê bûne û Herêma Kurdistanê di vê rêyê de qurbanîdaneke mezin daye. Perry got: "Divê em rêyekê bibînin da ku rêzgirtina xwe ji bo Kurdistanê nîşan bidin, ji ber ku wan alîkariya me kiriye."

"Girêbest di berjewendiya her alî de ne"

Di Gulana îsal de, şandeke bilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî serdana Amerîkayê kiribû. Yek ji destkeftên herî girîng ên vê serdanê, îmzekirina du girêbestên girîng ên di warê enerjiyê de bû bi kompaniyên Amerîkî 'HKN Energy' û 'WesternZagros' re.

Scott Perry derbarê van girêbestan de got: "Em behsa pêwendiyeke stratejîk dikin. Ew rêkeftin di berjewendiya Amerîka, Herêma Kurdistanê û heta civaka navneteweyî de ye."

Pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê de dûr û dirêj in, bi taybetî di şerê li dijî rejîma berê ya Iraqê û têkbirina terorîstên DAIŞê de, Hêzên Pêşmerge wek hevpeymanekî sereke yê Amerîkayê derketiye pêş.

Girêbestên nû yên enerjiyê, ne tenê wek pêngaveke aborî, lê di heman demê de wek kûrkirina pêwendiyên siyasî û stratejîk ên di navbera Hewlêr û Washingtonê de tên dîtin, ku dikarin bibin bingehek ji bo geşedana aborî û aramiyeke zêdetir li Herêma Kurdistanê.

 
 
Fly Erbil Advertisment